Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin 2023-01-09 09:01:22 AMED - Parêzerê girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan, Serdar Çelebî destnîşan kir ku giştînameya Wezareta Dadê ne çareserî ye û wiha got: “Bi giştînameyê ev pirsgirêk nayê çareserkirin, divê qanûn bê guhertin û ATK derveyî vê pêvajoyê were hiştin.”   Li gorî daneyên Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ji 1’ê Kanûna 2022’yan ve 336 hezar û 315 kes li girtîgehên xwedî kapasîteya 286 hezar û 797’in tên ragirtin. Li gorî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji van girtiyan 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş in. Ji ber binpêkirinên mafan di sala 2022’yan de herî kêm 76 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Bangên berdanê yên rêxistinên mafên mirovan û malbatên girtiyan hêj nehatine bersivandin, rayedarên hikumetê piştî ku yek ji girtiyên 28’ê sibatê korgenerale teqawîtbûyî Vûral Avar ê 85 salî di girtîgehê de mir, ketin nava liv û tevgerê.    Bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag “Giştînameya Têkildarî Kêmkirin an jî Rakirina Cezayên Kesan a ji ber Nexweşî, Astengdarî yan jî Kalbûnê” hate weşandin. Li gorî giştînameya ji serdozgeriyan re hatiye şandin, di çarçoveya xala 104’emîn a makeqanûnê de têkildarî rayeya sivikkirin an jî rakirina cezayan, biryara bêyî daxwaza hikumxwaran hebe zû were destpêkirin hate wergirtin. Piştî giştînameyê herkes li bendê ye ku ka girtiyên nexweş dê werin berdan an na.   REWŞA MEHMET EMÎN OZKAN   Mehmet Emîn Ozkan jî yek ji kesên ku di lîsteya girtiyên nexweşên giran a ÎHD’ê de cih digire ye. Ozkan ku di sala 1993'yan de kuştina Tûxgeneral Bahtiyar Aydin xistine stuyê wî û ji ber vê 27 sal in girtiye, çendî ku nexweşxaneyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî jî, lê bi rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan. Mehmet Emîn Ozkan 84 salî ye û gelek nexweşiyên wî hene. Heya niha 5 caran krîzê li dilê Ozkan xistiye û ji ber vê 4 caran anjiyo bûye. Di demên dawî de Ozkan her hefte herî kêm rojeke radikin nexweşxaneyê. Ozkan di çarçoveya jinûve darizandinê de di 10’ê mijdara 2022’yan de li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê di rûniştina 28’emîn a dozê de ji girtîgehê nehat berdan û danişîn taloqî 28’ê sibatê hat kirin.    Parêzerên Ozkan, Serdar Çelebî têkildarî giştînameyê û rewşa muwekîlê xwe axivî.    ‘ATK LI GORÎ KESAN RAPORÊ DIDE’   Çelebî anî ziman ku muwekîlê wî Ozkan ji ber sûcekî ku nekiriye zêdeyî 27 sal in li girtîgehê tê ragirtin û destnîşan kir ku mûxatabê berdana muwekîlê wî ATK û Wezareta Dadê ne. Çelebî, da zanîn ku ATK’ê tevî Wezareta Dadê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye û wiha got: “Em dikarin bi hêsanî bêjin ku rapora divê li gorî rêzikên tibî bê dayîn, ne li gorî rêzikên tibî ye. Ji ber ku me ev rapor me bi pisporan jî da lêkolînkirin. Dema ATK raporekê dide, em ji pisporan dipirsin ku ev rapor ji bo tibê guncaw e yan na û ji bo rewşa heyî guncaw e yan na. Herî dawî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl ji xwe rapora ku nikare li girtîgehê bimîne dide. ATK herî zêde bi nirxandina rewşa konjonkturel, atmosfera siyasî û hinekî jî li gorî kesayetiya girtiyê nexweş raporê dide. Ji ber ku demeke kurt piştî raporên ku der barê gelek nexweşan de daye, mirovan jiyana xwe ji dest dan. An jî di warê hin nexweşiyan de rapora 'nikare li girtîgehê bimîne' dide hin kesan. Lê belê bi hêsanî têkildarî heman nexweşiyê ji kesekî din re dikare bi awayekî hesan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dide.”   ‘DIVÊ ATK DERVEYÎ PEVAJOYÊ BÊ HIŞTIN’   Çelebî destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş ji înisiyatîfa saziyekê re neyê hiştin  û wiha berdewam kir: “Bijîşkê girtîgehê û rayedarên wê ji bo muwekîlê min Ozkan gotin ‘êdî têgîna dem û mekanê winda kiriye’. Dibêjin ku ew her tim pirsên weke 'ez dixwazim biçim malê/ez ê biçim', 'ev der ku ye?' dipirse û diqîre. Ji ber vê yekê muayeneya çavderiyê ya 10 deqîqeyan û di encama nirxandinê de biryara tê dayîn ne rast e. Divê Saziya Tiba Edlî (ATK) derveyî pêvajoyê bê hiştin an jî misyona wê were sînorkirin. Niha pergal pêşengtiyê dide rapora ATK’ê. Ev ne rast e. Wezaret bi rêkûpêkiya heyî mirovan mehkumî mirinê dike. Herî dawî wezaretê jî di vê mijarê de gazin dikirin. Digot ‘ATK bernade, dema bernede jî dozger jî nikarin berdin.’ Wê demê têkildarî ATK’ê sererastkirinekê bikin. ATK dikare nêrîna xwe ragihîne lê xwedîgotina dawî dibe sedema gilî û gazinan. Ji ber vê yekê ev giştîname vî karî çareser nake. Heke dixwazin encamekê bigirin divê qanûn were guhertin. Divê ATK derveyî vê pêvajoyê bê girtin.”   ‘KESÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKE WEZÎR E’   Çelebî, destnîşan kir ku wezaret di çareseriya pirsgirêkan de muxatabin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesê ku vê pirsgirêkê çarerser bike, wezaret bi xwe ye. Ne rast e ku mirov pirsgirêkê bi rêya saziyeke girêdayî wezaretê bêçareserî bihêle. Heke wezaret bixwaze, piraniya Meclisê heye, dikare  qanûnê biguherîne. Dikarin ATK’ê bigirin. Gotina ‘ATK bernade, em nikarin tiştekê bikin’ rêyeke din a neçareserkirina pirsgirêkê ye.”   MA / Mehmet Guleş