Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve 2023-01-09 09:16:25 STENBOL - Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk diyar kir ku bi bloqekirina alîkariya xizîneyê ya HDP’ê re encamek dê neyê bidestxistin û wiha got: “HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve.”    Dadgeha Makeqanûnê (AYM) di demeke ku doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomiya de li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn hesabên HDP’ê bloqe kir. Dê alîkariya xizîneyê di 10’ê çileyê de bihata kirin û AYM di 5’ê çileyê de bi rojeva serlêdana ji bo bloqekirina hesabên HDP’ê civiya. Ji 15 endamên AYM’ê 8’an jê biryara erêkirinê û 7’an jî daxwaza bloqekirina hesaban red kir. Bi vê yekê re biryar hate dayîn ku hesabên HDP’ê bên bloqekirin û AYM’ê her wiha hewcehî bi parastina HDP’ê jî nedît.    PÎROGLÛ: BIRYAREKE SIYASÎ YE   Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû bertek nîşanî biryarê da û got ku daraz li gorî daxwaza îktîdarê tevdigere. Bi domdarî Pîroglû ev tişt anî ziman: “Biryareke siyasî ye. HDP hedef tê girtin ji ber ku bi girseya xwe, bi dînamîzma xwe û bi rêxistinbûna xwe mezintirîn astengiya li pêşiya rejîma zextkar e. Ji sala 2015’an heta niha li dijî HDP’ê êrişên giran hene. Tevî vê yekê jî HDP’ê xwe li ser pêyan girt. Dixwazin bi van êrişan HDP’ê tecrîd bikin û li derveyî siyasetê bihêlin. Her wiha para CHP’ê jî di vê tecrîdkirinê de heye. Heta ku muxalefet li pey gotina ‘terorê’ ya îktîdarê be, dê her carê guleyê li lingê xwe bide.”   PIŞTGIRIYA GEL    Bi domdarî Pîroglû anî ziman ku HDP dê paşvegavê neavêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li dijî biryara girtinê jî amade ne. Her cureyên vebijêrkan li pêşiya me ne. Bila dilê hilbijêrên me rehet be. Heke ji bo 451 hevalên me qedexeya siyasetê bê dayîn, em ê bi 951 kesan derkevin pêşberî wan. Girseya HDP’ê di vê mijarê de serwere. Alternatîfên me hene. Di dîrokê de em tu carî bêalternatîf neman. Dixwazin bi qutkirina alîkariya xizîneyê re pêşî li xebatên hilbijartinê bigirin. Heta salên dûvdirêj jî me tu alîkarî ji dewletê negirt. Em her tim bi hewldanên xwe ketin hilbijartinan. Em ê bi kampanyayên piştevaniyê vî barî rakin. Gelê me heta niha jî hemû derfetên xwe seferber kir. Gel xwedî li partî û vîna xwe derdikeve.”    ÇUBUK: GEL HÊZ DIDE   Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk jî da zanîn ku HDP siyaseteke gelparêz dimeşîne lewma her tim rastî êrişan tê û wiha got: “HDP û pêkhateyên wê bi saya alîkariyên xizîneyê xwe li ser pêyan digire. Serkeftinên me yên heta niha ne ji ber alîkariya xizîneyê bûn. Dema em bi ‘Namzetên Hezar Hêvî’ ketin meclisê, dema ji me re digotin ‘hûn ji qesta vê bizavê dikin ji ber ku hûn bi ser nakevin’, wê demê alîkariya xizîneyê tune bû. Di hilbijartina 7’ê hezîranê de ku bi bombeyan êriş kirin, alîkariya xizîneyê tune bû. HDP herî zêde ji gelê Kurdistanê deng digire û ev gel ne ku ji bo HDP alîkariya xizîneyê wergire vê têkoşînê dike. Dê bi birîna alîkariya re gel hindik be jî xwe ji jiyana xwe vekişîne û dê bike ku gel bihêztir bibe.”    Çubuk, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “HDP û pêkhateyên wê her tim bi saya qenalên piştevaniyê yên budçeyê ku di navbera xwe de ava kirine siyasetê dikin. Ne destwerdanên wan, ne girtina partiyan, ne girtina parlamenteran û ne jî tunehesibandina hilbijartinan, heta niha tu hewldanên wan bi ser neketin. Îro bi qutkirina alîkariya xizîneyê re dê tu encaman bi dest nexin. Em ne partiyeke rantê lê partiyeke gel û azadiyan e.”