Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava 2023-01-09 10:19:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Konstantin Gedig (Andok Cotkar) ku di êrişên Tirkiyeyê de li rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî nehat dîtin got: “Tirkiyeyê ji bilî terorê û kuştinê tiştek nebir Rojava.”    DAIŞ’ê piştî k udi 3’ê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir, di 15’ê Îlona 2014’an de vê carê êriş bir ser bajarên rojavayê Kurdistanê. Lê belê êrişên li ser rojava bûn destpêka têkbirina DAIŞ’ê. Li bajarê Kobanê şervanên kurd û dostên xwe bi berxwedanek destanî DAIŞ’ê têk birin û serkeftinê ji cîhanê re ragihandin.    Lê vê carê Tirkiye dest bi êrişên ser Rojava kir. Serokkomarê AKP’yî Erdogan ku digot “Kobanê ha ket wa dikeve” piştre fermana êrişên li dijî bajarên Rojava da. Êrişan bi Efrînê dest pê kir û bi bajarên Girê Spî û Serêkaniyê dewam kir. Ev konsepta şerê Tirkiyeyê îro bi êrişên hewayî li ser bajar û navçeyên Rojava berdewam dikin.    Ji çar aliyên cîhanê ciwanan berê xwe da nav refên YPG û YPJ’ê û ev têkoşîna enternasyonalîst piştî êrişên DAIŞ’ê jî li Rojava berdewam kir. Êrişên DAIŞ’ê yê li dijî civaka êzidî û bajarê Kobanê bandorê li ser Konstantin Gedig ê ji bajarê Kiel ê Elmanyayê kir û ji ber vê yekê berê xwe da rojavayê Kurdistanê  tev li Komuna Enternasyonela Rojava ya YPG'ê bû. Konstantîn Gedîg ê ku li vir fêrî kurdî bû, paşê navê Andok Cotkar li xwe kiriye. Andok Cotkar ê ku bi salan di qada tenduristiyê de xebatên xwe dimeşand, piştre tev li têkoşîna çekdarî bû. Andok Cotkar di 16’ê cotmeha 2019’an de di êrişa hewayî ya dewleta tirk a li ser Nexweşxaneya Şehîd Roj a Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da. Lê piştî êrişê ku Serêkaniyê ket bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên wê paramîlîter cenazeyê Andok Cotkar nehat dîtin.    Dayika şervanê enternasyonalîst Ute Ruß û bavê wî Thomas Gedig, têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.     We biryara Konstantin a çûna Rojava çawa pêşwazî kir, tiştek bi we re parve kir?    Kurê me ji me re negot ku biryara çûyîna Rojava û tevlibûna YPG'ê daye. Rojekê wêneyekî ku di balafirê de kişandibû ji me re şand û nivîsî ku ez ê şerê DAIŞ’ê bikim. Em ji tiştên ku me dîtin matmayî man. Ji bo me şokeke mezin bû. Ew rojek berê hatibû serdana me. Li pêşberî me xortekî dostane, bi porekî dirêj, bejnbilind, bi rihekî sor yê barbossa, dengekî kûr û bi kenekî germ hebû. Dotira rojê, wî got ku ew ê şerê rêxistina terorîst a herî barbar a dîroka nêz bike. Her çend gava ku me ev agahî girt ji bo me şokek mezin bû, lê me paşê fêm kir ku çima ew çûye wir û me rêz ji biryara wî re girt. Zilm û qetlîamên DAIŞ’ê yên li ser gelan ji bo Konstantîn êşeke bê tehemûl bû. Andok Cotkar, weke ku Konstantîn piştre li Rojava bi cih bû, biryar da ku di vî warî de berpirsyariyê bigire ser xwe. Em bi biryara kurê xwe serbilind in.     Gelo dema we xebera mirina Andok bihîst, we çi hîs kir?      Em dilsoziya mezin a Andok a ji bo gelê Rojava û Şengalê pîroz dikin, ji bo vê keda ku wî canê xwe feda kiriye re rêz û hurmeteke mezin digirin û wî bi hezkirin bi bîr tînin.   Hemşîreyek ku li nexweşxaneyê dixebitî û piştî ku em pê re axivîn, ji me re got ku heta Andok sax be em ê spasdarê wî û yekîneya wî bin. Ji me re got ku kurê me lehengek bûye. Piştî wefata Andok, ji bo ku em vê nirxandina lehengiyê bi dest bixin, em têdikoşiyan. Wekî dêûbavên Alman, em bi xwezayî ji karanîna têgîna 'qehreman' ji ber subjektîvîteya dîroka Alman nerehet û gumanbar bûn. Lê di vê pêvajoyê de ev rewş guherî. Em dilsoziya mezin a Andok a ji bo gelê Rojava û Şengalê pîroz dikin, ji bo vê keda ku wî canê xwe feda kiriye re rêz û hurmeteke mezin digirin û wî bi hezkirin bi bîr tînin. Dema Andok şehîd ket, civaka kurd a li bajarê ku em lê dijiyan bi fikar bûn ku em hêrsa xwe ya li ser mirina kurê xwe nîşanî kurd û Kurdistanê bidin û em ê li wan hêrs bibin. Lê na, em ne ji kurdan, ne ji YPG û ne jî ji YBŞ’ê aciz in. Lê hebûna wî ya li wir kir ku em rêz bigirin.     Konstantîn wek zarokek malbatek Alman Lİ Rojava bi kurdan re li dijî DAIŞ’ê û Tirkiyeyê şer kir û wek Andok Cotkar jiyana xwej i dest da. Hevgirtina enternasyonal jî bi xwe re serkeftinê anî, piştre li Bakur û Rojhilatê Sûriyê modela xwerêveberiyê ket meriyetê. Gelo hûn vê hevgirtin ango piştgiriyê çawa dinirxînin?    Em malbatên şervanên enternasyonel ji zarokên xwe gelek tiştan hîn bûn. Em hîn bûn ku têgeha xwerêveberiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên mucîzevî bi ser xistiye. Pergala rêveberiya xwexser ango xwerêveberinê tenê ne ji bo Rojhilata Navîn ji bo hemû dinyayê dikare were sepandin û pergala herî demokratîk e. Lewma her keda ku di vê oxirê de hatiye dayîn, hêjayî her cure piştgiriyê ye. Em ji bo vê pergala ku hatiye avakirin spasiya her kesî dikin û em hurmetek mezin nîşanî serkeftin û keda wan didin.     Konstantîn di êrişa hewayî ya Tirkiyeyê de canê xwe ji dest da. Îro jî êrişên Tirkiyeyê li ser Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Her wiha Tirkiye gefa ku wê di bejahiyê de jî êriş bike dixwe…       Tirkiye ji bilî teror û kuştinê tu tişt nebir Rojava. Heke Erdogan xeta sînor a ewledar dixwaze, divê dîwarên xwe di nava sînorên xwe de ava bike.   Tirkiye ji bilî teror û kuştinê tu tişt nebir Rojava. Heke Erdogan xeta sînor a ewledar dixwaze, divê dîwarên xwe di nava sînorên xwe de ava bike. Heke pirsgirêka Tirkiyê bi kurdan re hebe, divê di nava welatê xwe de çareser bike. Girîng e ku em tekez bikin ku kurd ji sedî 19’ê nifûsa Tirkiyeyê pêk tînin û ev gel hemû ji mafên xwe yên çandî, heta ji mafên mirovan ên herî bingehîn bê par mane. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Gelo Tirkiye jiyana di nav sînorên xwe de jî tune nake? Ma ew bêhêvîtî û bêbextiyê li ser nîvê nifûsê ferz nake? Gelo di vê rewşê de mirov sîstema otokratîk a Erdogan û bi vî awayî dewleta tirk weke hêzeke îmhayê bihesibîne şaş e? Rewşa heyî ya li ber çavan hewcedarî bi tu nîşaneyên pirsê nahêle.    Cenazeyê Konstantîn piştî salan jî winda ye. Îro cenazeyên bi hezaran kesî li goristanên bêkesan û li peyarêyan tên definkirin, radestî malbatên wan nayên kirin. Tişta ku îro kurd tê re derbas bûne hûn dijîn. Gelo sepanên bi vî awayî li ser cenazeyan tê çi wateyê?   Em weke malbateke ku gorek zarokên wan jî tune ye, em dikarin ji malbatên xemgîn ên ku di bin vê terora dewletê de ne, tenê tiştekî bibêjin. Em bi we re şînê digirin. Me zarokên xwe fêrî nirxên wek dilovanî, edalet, rêzgirtin, dadmendî, berpirsiyarî û heqîqetê kir. Zarokên we li aliyê rasteqîn bûn. Bi wan serbilind bin! Wêrekî û îrade nîşan dan. Di vî şerê qirêj de mirov man. We, wekî dêûbavên wan, her tişt rast kir. Tabloya di encamê de derketiye holê berpirsiyariya dewleta tirk e. Sûcdar hikûmeta dewleta tirk e.    Di rastiya xwe de Tirkiye ew welat e ku li ser cenazeyan siyasetê û hovîtiyê dike ye. Almanya hevrêyê wê yê bêdeng e. Baerbock ji bo çend ciwanan naxwaze Tirkiyeyê hilde miqabilî xwe. Ew û Wezîra Karên Navxweyî Nancy Faeser, li gel ku dizanin ku gaza bijehrî û fosfora spî dibe sedema kuştina mirovan jî lê tercîh dikin ku bi destê wezîrên tirk bigirin. Ji bo ku ev her du wezîrên jin ên Alman şiyar bibin, gelo çi hewce dike? Gelo wê ambargoya Alman ji bo Tirkiyeyê kengê pêk were?     Gelo hûn helwesta Ewropayê ya li dijî êrişên hewayî û gefên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava çawa dinirxînin?    Divê ku Ewropa zextan li ser Tirkiyeyê bike ku êrişî Rojava neke û dawî li van êrişên xwe bîne. Êrişên Tirkiyeyê wê bike ku pêlek nû ya koçberiyê ber bi Ewropa ve dest pê bike. Ewropa divê tevî ku Tirkiye endama NATO ye jî, biryara ambargoyê ango ceza bide Tirkiyeyê. Divê ku Ewropa ji bo ewlehiya gelê Kurdistanê tavilê tiştek bike û pêwîste ambargoyê deyne ser Tirkiyeyê.    MA / Gozde Çagri Ozkose