Li Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya: Xwendekarek mir û 14 jî birîndar bûn 2023-01-09 12:55:09   QERS -  Li navçeya Zerîşat a Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya. Di encamê de xwendekarekî jiyana xwe ji dest da û 9 jê giran bi giştî 14 xwendekar jî birîndar bûn.    Li navçeya Zerîşat a Qersê wesayîta ku xwendekar vediguhestin wergeriya. Di encama qezayê de xwendekarekî jiyana xwe ji dest da û 14 xwendekar jî birîndar bûn. Wesayîta bi plakaya 36 M 1338 ku ajokarê wê Yaşar Polat bû, di saetên serê sibehê de dema ber bi dibistanê ve diçû di rê de qeza kir. Di qezayê de xwendekarê bi navê Gokhan Polat li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û 9 jê giran bi giştî 14 xwendekar jî birîndar bûn. Xwendekarên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin û ajokarê mînîbusê hate binçavkirin.