'Ev şer dê bi dawî nebe’ 2023-01-09 16:57:32   DÊRSIM - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş di merasîma bîranîna Sakîne Cansiz a li Dêrsimê de axivî û wiha got: “Me çîroka şerekî guhdar kir û wê ev şer bi dawî nebe."   Siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz (Sara) di 9'ê Çileya 2013'yan de li Parîsê hate qetilkirin. Bi boneya salvegera qetilkirina Cansiz, li Goristana Asrî ya Dêrsimê û li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsimê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Di bîranîna li avahiya HDP’ê de de quncikeke ku ji wêneyên Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên bi Sakîne Cansiz re hatibûn qetilkirin pêk dihat hat vekirin. Ji bo 3 jinan find hatin pêxistin. Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesên ji bajarên derdorê beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sînevîzyona ku jiyana Sakîne Cansiz vedibêje hate pêşandan.    ‘KOMKUJIYEKE TESADÛFÎ NÎNE’   Di bîranînê de Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku komkujiyên li Parîsê hatine kirin, komkujiyên rasthatî nînin û ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku kujer rê li ber komkujiyên din jî vekir. Komkujiya 9’ê Çileyê, komkujiyeke tesadûfî nîne. Komkujiyeke jirêzê nîne. Hefizeya dîrokî, ciwan û xebatên dîplomasiyê hedef hatin girtin. Em vê komkujiya hatiye kirin jinêzve nas dikin lê em ê tu carî hînî van komkujiyan nebin. Di Komkujiya Parîsê de jinên kurd hedef hatin girtin. Desthilatdariyê tu carî hêza rêxistinbûyî ya jinên kurd qebûl nekir.”    ‘EV KOMKUJÎ WEKE KOMKUJIYA DÊRSIMÊ YE'   Bi domdarî Beştaş bi bîr xist ku rayedarên dewletê cara yekemîn di 3'yê çileya 2013’yan de çûn Îmraliyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem li Kurdistan û Tirkiyeyê û hem jî di qada navneteweyî de piştgiriyeke mezin bo hevdîtinên heyî hate kirin. Dê ji bo çareseriyê bûbûya rêyeke nû. Lê mixabin 6 roj piştre ev komkujî hate kirin. Abdullah Ocalan di hêvdîna xwe de gotibû 'Ev komkujî weke komkujiya Dêrsimê ye. Divê kujer bên aşkerekirin.'  Me çîroka şerekî guhdar kir û dê ev şer bi dawî nebe."   Piştî bernameya bîranînê, girse ber bi gora Sakîne Cansiz a li Goristana Bajêr ve kete rê. Polîs û leşkeran ketin û derketina gund dorpêç kiribûn û tevlibûna girseyê asteng kir. Bi hinceta “Biryara qedexeyê ya çalakî û xwepêşandanan” nehiştin girse derbasî gund bibe û êrişî girseyê kirin.    Her wiha piştre Meral Daniş Beştaş û parlamenterên pê re çûn goristanê û qurnefîl danîn ser gora Sakîne Cansiz.