Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-01-09 19:04:56   MÛŞ - Li Mûşê ji kesên di êrişa li hemberî cenazeyê Mîr Perwer de hatibûn binçavkirin, 20 kesên din jî hatin berdan.   Li Mûşê polîsan êriş biribû ser merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer ku di 23'yê Kanûnê de li paytexta Fransayê Parîsê di êrişa li hemberî Navenda Çandê ya Ahmet Kayayê de hatibû qetilkirin, û 30 kes binçav kiribûn. Îro ji kesên binçavkirî 20 kesên din jî hatin berdan.    Çend roj berê 10 kesên din jî hatibûn berdan.