NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn 2023-01-09 22:36:27   STENBOL - NÇM'ê bi çalakiyekê kesên li Parîsê û Silopiyayê hatin qetilkirin, bibîr anîn.    Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ji bo yek ji damezrînerê PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ku di 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê û Endama Komîteya KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil ên di 23'yê Kanûna 2022'yan de li Parîsê û Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku di 4'ê Çileya 2016'an de di dema qedexeyên derketina derve de yên li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin merasîmeke bîranînê li dar xist. Çalakî li avahiya NÇM'ê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê hat lidarxistin. Li gel hunermendên NÇM'ê gelek kes tevlî çalakiyê bûn.    Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di çalakiyê de ji bo kesên hatine qetilkirin find hatin vêxistin. Di bîranînê de hunermendê NÇM'ê Mazlûm Akpolat axivî. Akpolat navê kesên di meha Çileyê de jiyana xwe ji dest dane yeko yeko bilêv kirinû got ku kurd ji ber fikirên xwe ji aliyê pergalê ve hedef tên girtin. Akpolat destnîşan kir ku ne gelê kurd ne jî têkoşîna wan bi êrişan naqede û got ku ew ê têkoşîna kesên li Parîsê û Silopiyayê û deverên din hatine qetilkirin bidomînin.    Di çalakiyê de hunermendan ji bo bîranîna kesên hatine qetilkirin stran gotin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.