Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek 2023-01-10 09:02:06   ŞIRNEX - Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd û Parlementera HDP'ê Nuran Îmîr, diyar kir ku li dijî êrişan jinên kurd dê hêza xwe bikin yek û yekitiya xwe ava bikin û got: "Ji xelekek pora jinên kurd raperîn çêdibe. Ev jî hêza jinên kurd diyar dike. Heger ku xelekek pora jinên kurd bibe sedemê raperînekê, wê demê jinên kurd dikarin gelek tiştan bikin."   Li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî mêr û dewletên serdest têkoşîna ku bi pêşengtiya jinên kurd hatiye destpêkirin gihiştiye merheleya herî jor û berxwedana jinan a li dijî tunekirinê didome. Bi armanca damezrandina yekitiya jinên kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê Şandeya Platforma Yekitiya Jinên Kurdistan a Bakûrê Kurdistanê di 10'ê kanûnê de serdana Başûrê Kurdistanê kir. Şandeya ku ji parlamentera HDP’ê ya Şirnexê û endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Nûran Îmîr, Cîgira Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Gulşen Sîncar, Akademîsyen Evîn Adîn, Endama Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Zeynep Dînçer pêk dihat li Başûrê Kurdistanê bi jinan re civiya.    Şande di xebata xwe ya ku heftiyekî berdewam kir de li Hewlêr û Silêmaniyê bi gelek partî, sazî, rêxistin û kesayetên cuda re civîn li dar xistin û nêrînên wan girtin. Li gorî nêrîn û pêşniyarên ku hatine girtin rêziknameyek dê bê amadekirin û "Yekitiya Jinên Kurdistanê" dê bê nîqaşkirin. Endama şandeyê Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr ku li bajarên başûrê Kurdistanê beşdarî hevdîtinan bûbû, girîngiya yekitiya jinên kurd ji ajansa me re nirxand.    'EV XEBAT DAXWAZA SED SALAN E'   Nuran Îmîr, diyar kir ku destpêkirina xebatên avakirina yekitiya jinên kurd di heman demê de li hemberî pêvajoyê rexnedayineke û wiha axivî: "Em weke jinên kurd di serdeme dirokî de derbas dibin. Her çar parçeyên welatê me di bin bombardimanan de ne. Her roj zext û zordestî li ser gelê me tê kirin. Deskeftiyên gelê me rastî êrîşan tên. Lê li aliyeke din jî jinên kurd û gelê kurd tekoşineke bêhempa didin. Ji ber wê lingê çûyina me ya Başûr ê yekemîn hevpariya avakirina tekoşina jinên kurd û lingê wê yê duyemîn jî di vê sedsala ku em pêşwazî dikin de em yekitiya jinên kurd ava bikin. Armanca me ya sereke ev bû. Di vê pêvajoya dîrokî de jinên kurd li her çar aliyên welat li ser lingan in û têdikoş in. Di qonaxeke dîrokî de derbas dibin. Ev têkoşîne bi xwe re mizginiya siberojeke azad tîne. Di vê serdema dîrokî de me xwest ku erkên dîrok û gelê kurd ji me dixwaze pêk binin. Em di her çar perçeyan de li hemberî hişmendiya serdest, mêrperest û baviksalar têdikoşin. Armanc ew e ku xeterî û qelsbûnên ku em dijîn em tune bikin. Rastiyek heye di vê tekoşînê de bi rih û bi civakî jî yekitiya jin hatiye avakirin. Em dixwazin ku vî ruhî bi mekanîzmayekî bidin rûniştandin. Armanca sereke ew e ku yekîtiya jin û mekanîzmayeke mayînde bê avakirin. Lingê duyemîn ê van hevditinan jî ew e ku êrîşên li ser tekoşina jinên kurd û li hemberî wê jî hêza rêxistinkirî ya jinên kurd bînin ba hev û bi hev re bertek nîşanî van êrîşan bidin. Ev xebat daxwaza bi sed salan e. Xewn û xeyala dayikane û daxwaza hemû gelê kurd e. Ji ber ku çi zilm û zordarî li ser me jinan û axa me hatibe kirin ji bêtifaqiya me çêbûye. Me xwest ku em li dijî vê demê bi rexnedayinek jî bersiv bidin. Ev rexne dayin jî bi rêxistinê û bêtirîn xebatkirinê tê dayin."    'JI XELEKEK PORA JINA KURD RAPERÎN ÇÊDIBE'   Îmir, bi lêv kir ku di asta cîhanê de hêza jinên kurd a guhertin û veguhertinê heye û wiha berdewam kir: "Li Rojava bi pêşengiya jinan şoreş çêbû, raperîna ku bi pêşentgiya jinan li Rojhilat destpêkir zemînê vê ji me re amade kir. Ev ji me re bû hêz û firsend ku em vê pêngavê biavêjin. Hem xwedî li deskeftinên jinên kurd derbikevin û hem jî ev hewledanên me û mekanizmaya ku em ava bikin bingeha yekitiya gelê kurd bû. Bi vê armanc û daxwazê di vê pêvajoya dîrokî de me xwest ku em berpirsyariya xwe ya li hemberî gelê xwe pêk bînin. Ji xelekek pora jinên kurd raperîn çêdibe. Ev jî hêza jinên kurd diyar dike. Heger ku xelekek pora jinên kurd bibe sedemê raperînekê, wê demê jinên kurd dikarin gelek tiştan bikin. Di vê pêvajoyê de me hêza herî mezin ji têkoşîna jinên kurd a ku li her çar perçeyan ji bo nasname û deskeftiyên xwe didin girt. Bi yekitiya jinên kurd encax em dikarin yekitiya gelê kurd misoger bikin."   'EM HÊZA HEVDÛ NE'   Îmîr, anî ziman ku armanca xebatên wan ew e ku hêza her jineke çar perçeyên Kurdistanê bigihînin hevdû û wiha pê de çû: "Gelek sûdên vê xebatê hene. Bakur çi bêje, Başûr jî heman tiştî dibêje. Rojhilat ji û Rojava jî heman tiştî dibêjin. Em weke jinên kurd ne Enfalê, ne jenosîda li ser Helepçeyê, ne Roboskê, ne jêrzemînên Cizîra Botan û ne jî Geliyê Zîlan ji bîr dikin. Ev zilm û zordariyên ku li ser welatê me hatine kirin ne qedera me ne. Xebatek heye, hewldanek heye û têkoşînek heye. Lê herkes li gorî parçeyê xwe diçe. Em dixwazin ku vê hêzê bînin cem hevdû. Kar û xebatên ji bo yekitiyê û bi hemû hêzên kurdan re dê hêz bide. Em bi vê xebatê dixwazin bibêjin ku pişta me em bi xwe ne. Li Başûr çiqasî destkeftî hatibin bi dest xistin em weke destkeftiyên xwe dibînin. Em li destkeftiyên Başûr, yên Rojhilat û yên Rojava jî xwedî derdikevin. Em weke jinên kurd ên zehmetiyan dijîn divê em bizanibin ku sîgortaya hevdû ne, em hêza hevdû ne. Dibe ku di navbera me de sînor danîbin lê bi sekna me û tekoşina me em ê wan sînoran jî bêwate dikin."   'DÊ MEKANÎZMAYEK BÊ AVAKIRIN'   Îmîr, diyar kir ku amadekariyên avakirina tifaqa jinên kurd li Başûrê Kurdistanê bi kelecaneke mezin hate pêşwazî kirin û ev tişt got: "Ev xebata me heftiyekê berdewam kir. Şandeya me li Silêmaniyê û Hewlêrê hevditin pêk anîn. Gelek partî, rêxistin saziyên serbixwe û kesayetên jin ên ku di civakê de tên nasîn me bi wan re hevditin kirin. Armanca vê hevditinê me parve kir. Bi keyfxweşî jî em hatin pêşwazîkirin. Me dit ku herkes li benda vê hevditinê bû. Em bi vê keyfxweş bûn. Ev bareke ne hêsan e. Em berpirsyariya vê jî dizanin. Her cihê ku em çûnê zilm û zordestiya ku jinên kurd û kurd dijin û li hemberî em dikarin çi bikin, çi mekanîzma bên avakirin li ser van xalan nîqaş hatin kirin. Ne cara yekem bû ku weke şande çûyin û hatina me çêdibe. Gelek salane ku ji bo yekitiya jinên kurd bê avakirin gelek hewldan, çûyin û hatin, komcivîn û konferans jî hatine li dar xistin. Lê ji ber hin şertên awarte weke pêvajoya pandemiyê ku bandor li ser kiriye gelek alî xetimandinek çêbû bû û danûstandin qels mabû. Me xwest ku pêşiya wê bigirin û ew keda ku hatiye amadekirin li ser temam bikin û bigihîjin armancê. Ev armanc jî bi domdarî kirina van hevditinan wê çêbibe. Çûyin û hatinên me dê bidomin. Em ê mekanîzmayekê ava bikin divê ku sekreteryayek be û yan jî platformek be. Di heman demê de dê dem kurt û dem dirêj nexşereyên tekoşînê weke konferans, hevditin û her wiha di asta perwerdehiyê de çêbikin."   'LI GORÎ BERJEWENDIYÊN HER ÇAR PERÇEYAN DÊ RÊZIKNAMEYEK BÊ AMADEKIRIN'   Îmîr, bi lêv kir ku di encama hevdîtinan de li gorî pêşniyarên ku girtine dê rêziknameyeke nivîskî bê amadekirin û wiha domand: "Jinên Başûr jî ji bo azadiya jinên kurd û yekitiya jinên kurd gelek bedelên giran dane. Em tecrûbeyên xwe bi hevdû re parve bikin û wan tecrûbeyan bikin xizmeta her çar parçeyên welat. Niha derfetê me yê ku em bi jinên Rojhilat û Rojava re bên cem hevdû nîne mixabin. Ji ber ku li herdû aliyan jî rewşeke awarte û şer heye. Xeteriyên li ser deskeftiyên wan jî bala me dikişine û me got ku em weke jinên Bakur û Başûr pêşengtiyê bikin û vê însiyatîfê ava bikin ku em bi riya civakî jî be em hevditinan pêk binin. Lingeke vê hevditinê li Ewropayê jî heye. Bi mîlyonan jinên kurd ji bo azadiya gelê xwe li welatên biyanî jî têdikoşin. Em ê bi wan re jî hevditinan bikin. Armanca vê mekanîzmaya me ev e. Di vî warî de gelek pêşniyarên balkêş hatin. Hate xwestin ku em rêziknameyeke bi nivîskî xal bi xal amade bikin. Em bibêjin Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava çi dixwazin. Ne wisa perçe perçe. Herkes ne ji bo perçeyekî, herkes ji bo her çar perçayan. Bi vî ruhî û bi vê seknê em ji xwe re bikin karê yekem. Pêşniyarên gelek xurt ji me re hatin. Em ê li ser van pêşniyaran jî nexşereya xwe amade bikin û bi raya giştî re jî parve bikin. Em vê xebatê watedar dibînin. Her saziyeke ku heyî di nav xwe de ji bo yekitiya gelê kurd bê avakirin û çi pêwîste û çima em berjewendiyên netewî nadin ber çav nirxandin. Her têkoşin divê ku yekitiya gelê kurd esas bigire û mayînde bike."   'EM Ê JI 15 ROJAN CAREKÎ BICIVÎN'   Parlementer Îmîr, diyar kir ku xebatên platformê dê di her şert û mercan de bidomin û got ku platforma ku dê bê avakirin wê nexşereya yekitiyê aşkere bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Wê ji vê yekitiyê sûd û hêz bê girtin. Em ji niha ve vê dibînin. Çi hevdîtin û danûstandinên ku me kirine ji wê rojê heta niha kî me bibîne keyfxweşiyê xwe nîşan dide. Tekoşina gelê kurd di hedefa neyar û serdestan de ye. Ji bo ku têkoşîna heyî veguherînin deskeftiyeke mezin lingê çand û hûnerê jî pêwîste. Li aliyê wêjeyê bi sedan jinên zanist li her çar perçeyan de xizmet û têkoşîn dane. Li Başûr em çûn akademiyê jî. Li wir jî me dit ku bi hezaran jinan keda xwe, nivîsên xwe hene, pirtûkên xwe hene. Lê yek ji wan nirxan nakeve pêş û hişmendiya mêr serdest e. Em bi vê hewledanê ew keda ku jinên kurd bi salane daye û nayê xuyakirin jî derdixin holê. Li ku derê keda jinê hebe kesek nikare winda bike. Heta ku em hebin jî em ê xwedî li vê kedê derbikevin. Ev dê zemîna yekitiya jinê ava bike û dê bibe wesileya bingeha yekitiya gelê kurd. Ev sekreterya wê xebatên xwe bidomîne. Em ê weke Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur di vê meha pêşiya me de civînekî li dar bixînin û van hevditinên xwe parve bikin. Gelek fikriyatên cuda di nav vê paltformê de hene. Dê paltformeke ku hemû jinên kurd temsîl dike bê avakirin. Ev platform dê xebatên xwe bidomîne. Ev platform e 15 rojan carekî bê cem hevdû û xebatên xwe yên ji bo yekitiyê aşkere bike."    MA / Zeynep Dûrgût