Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye 2023-01-10 09:02:57   SÊRT - Malbata Emîn Sarik ku piştî di şer de jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî û hevalên wî li Newala Qesaba hatine veşartin, got ku bêwijdanî ye ku mirov rabe li ser hestiyên mirovan avahiyan çêbike.    Li Newala Qesaba ku cenazeyên kurd û ermeniyên hatine qetilkirin bi awayekî komî lê hatine veşartin, vîlayên luks tên çêkirin. Bertekên li dijî vê zêde dibin.    BERTEKA MALBATA SARİK   Li gorî qeydên cendirmeyan ji kadroyên pêşengên PKK'ê Mahmsûm Korkmaz (Egîd) jî di nav de 82 kes li Newala Qesaba hatine veşartin. Lê hejmara kesên ku di binçavan de hatine qetilkirin û li vir hatine veşartin ne daxilî vê hejmarê ye. Ji kesên li vir hatine veşartin yek jê jî ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Emîn Sarik e. Sarik ku di sala 1960'î de li gundê Kinaskê yê navçeya Misircê ya Sêrtê hatiye dinyayê, di sala 1963'yan de tevî malbata xwe li Êlihê bi cih bûye. Sarik, piştî darbeya leşkerî ya sala 1980'yî beşdarî nava PKK'ê bûye. Sarik ku bi salan di nava PKK'ê de maye, di sala 1985'an de di şer de tevî 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wî ku li ber çavê dêya wî Merese Sarik li Newala Qesaba hatiye veşartin, tevî hemû hewldanan jî radestî malbatê nehatiye kirin. Merese Sarik ku ji bo hestiyên kurê xwe wergire bi salan li ber xwe daye, 4 sal beriya niha jiyana xwe ji dest daye.    Huseyîn Sarik, birayê Emîn Sarik, bertek nîşanî çêkirina vîlayên luks ên li Newala Qesaba li ser hestiyên mirovan tên çêkirin, da.    DAYIKA WÎ JIYANA XWE JI DEST DA   Sarik bibîr xist ku wê demê Fermandarê Cendirmeyan ê Perwariyê gazî bavê wî kirine ji bo teşxîskirina cenaze û got: "Bavê min ji bo teşxîskirina cenaze çû, lê teşxîs nekir. Paşê dêya min çû û ew teşxîs kir. Xwestin cenae wergirtin, lê nedan. Gava ji bo teşxîsê çûn 20 roj di ser kuştina birayê min û 3 hevalên wî re derbas bûbû. Dêya min ji me re wiha behsa wê demê dikir; 'Gava em çûn, rayedarên eskerî di nava xwe de xeber didan. Paşê hatin cem min û gotin ew ê ji bo teşxîskirinê cenaze rê wan bidin. Me li wesayîtê siwar kirin û birina Newala Qesaba. 20 roj di ser re derbas bûbûn, lê cenazeyê kurê min û 3 kesên din hê jî nehatibûn veşartin û di wesayîteke leşkerî de bûn. Min Emîn teşxîs kir. Ji bo cenazeyê me bidin, min rica kir ji rayedaran. Lê li ber çavê min li Newala Qesaba erd kolan û cenazeyê her 4 kesan xistin wir.' Dêya min ji bo wergirtina cenaze pir israr kir, lê nedan. Ji wê çaxê ve gelek caran serlêdan kir, lê bêyî ku cenazeyê kurê xwe veşêre jiyana xwe ji dest da. Tekane daxwaza wê hestiyên kurê xwe wergire."   TEKANE WÊNEYÊ WÎ   Sarik da zanîn ku tenê ne gelê Sêrtê, her kesî dizanibû ku li qada ku hestî lê ne înşeat tê çêkirin û wiha domand: “Gava em ji bo teşxskirina birayê min çûn, ez 11 salî bûm. Bi qasî ku tê bîra min lênûskeke berreş rê me dan û wêneyê birayê min tê de bû. Wê demê gava fermandarê qereqolê sixêf kirin, kalê min kul avêtibû fermandar. Paşê tahde li me kirin. Û dêya min wêneyê birayê min ji wê lênûskê kiribû. Ev wêne, tekane wêneyê birayê min e. Ji wê çaxê heya niha cenaze nedane. Tevahiya gelê Sêrtê dizane ku kûçikekî hestiyên li wir wergirtibûn û li nava Sêrtê geriyabû û cardin ew hestî anîbûn vir. Her kes bi vê dizane, lê dîsa jî li vir vîlayên luks ên bihawiz tên çêkirin. Ev çi wijdan û exlaq e."    KÎJAN WIJDAN...   Sarik bibîr xist ku niha jî li vê qada wehşetê piştî hêwana dawetan, dibistana polîsan û rêya hawirdorê, avahiyên 8 qatî û vîlayên luks ên bihawiz û AVM tên çêkirin. Sarik wiha axivî: "Wehşeta li hemberî mirovên bêkefen ên li vir hatine veşartin her diçe zêdetir dibe. Kê ew der dabe ber îmarê û wan avahiyan çêdike, dê li bara hiqûqê hesab bide. Li ser hestiyên mirovan govendgerandin û avjenîkirin wijdanek çawa ye? Hûn ê bi kîjan wijdanî zarokên xwe li vir mezin bikin? 8 meh berê gava em tevî şandeyê û parlementeran çûn wir, ji me re gotin înşeat hatiye sekinandin. Lê niha em dibînin ku bi sedan vîla tên çêkirin. Em bang li malbatan dikin. Em şandeyekê ava bikin û di warê hiqûqî de bitêkoşin. Em pêşî li ber vê hovîtiyê bigirin. Em li hemberî kapîtalîzma hov têbikoşin. Ez bang li gelê Sêrtê dikim; li ser gorên zarokên we vîla bên çêkirin hûn ê qebûl bikin? Em xwe têxin dewsa van malbatan."