Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin 2023-01-10 09:34:23   DÊRSIM - Li Navçeya Xozatê ji ber weqaya qidûzê biryar hat dayîn ji bo dema 6 mehan karantîna bê destpêkirin.    Li navçeya Xozatê ya Dêrsimê ji ber weqaya qidûzê dest karantînayê hat kirin. Li gorî agahiyan li navçeyê welatiyek ku çêlekan xwedî dike çêlekek wî miriye. Ji ber sedema çêleka miriye, Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Xarpêtê nimûnê stand û şand Midûriyeta Enstîtuya Kontrola Veterînerî ya Xarpêtê.    Nimûneya ji çêlekê hatiye girtin weqaya qidûzê derket. Ji ber vê yekê biryar hat dayîn ku li navçeyê 6 mehan karantîna bê destpêkirin û birin û anîna sewalan li navçeyê hat qedexekirin.    Hat zanîn ku li navçeyê kar û xebatên derzîkirina sewalan hatiye destpêkirin.