Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya 2023-01-10 11:19:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Parlamentoya Iraqê Muhammed Halbûsî, ji Şengalê bi şandeyekê re civiya.    Ofîsa Ragihandinê ya Serokatiya Parlamentoya Iraqê ragihand ku Serokê Parlamentoyê Muhammed Halbûsî bi şandeyeke xelkê Şengalê re civiyaye. Li gorî nûçeya Rojnewsê Helbûsî di civînê de guh daye pêşniyarên şandeyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêk û pêwîstiyên herêmê. Di nava wan de jî rêveberî, ewlekarî û rewşa penaberan hatiye guftugokirin.   Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “Serokê parlamentoyê di civînê piştgiriya xwe ya ji bo civaka êzidî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve rastî sucên dijî mirovahiyê hatine, aniye ziman.”   Di dawiyê de jî hate gotin ku Mihemed Helbûsî ragihandiye ku ji bo pêşwazîkirina mafê hemû pêkhateyan li Iraqê, bi aliyên peywendîdar re kar dikin.   Hêjayî gotinê ye duh şandek ji xelkê Şengalê li ser başkirina xizmetguzarî, rewşa li Şengalê serdana Bexdayê kiribû. Şande bi gelek berpirsên bilind yên hikumet û hizbên Iraqê re civiyabû.