Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin 2023-01-10 14:45:11   RIHA - Parêzerên Malbata Şenyaşar ji bo danişîna doza êrişa li nexweşxaneyê ku dê di 17’ê çile de bê lidarxistin banga beşdariya dozê li her aliyên hestiyar kirin û xwest ku piştgiriyê bidin têkoşîna edaletê ya malbatê.   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana Malbata Şenyaşar kiribûn û êrişê ber nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dewam kiribû. Di êrişa li ber nexweşxaneyê de Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Fadil û Adil Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin ku di dozê de pêk were.    Lêpirsîna bûyerê cihê wek “êrişa li kargehê” û “êrişa li nexweşxaneyê” hat birêvebirin. Piştî komkujiyê 4 sal û 4 meh şûn ve îdianame hat amadekirin. Danişîna ewil a doza li ber nexweşxaneyê dê di 17’ê çile de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin.    Parêzerên doza Malbata Şenyaşar têkildarî danişîna dê bêlidarxistin, li avahiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê civîna çapemeniyê li dar xistin. Ferît Şenyaşar ku birîndarî ji êrişan rizgar bû tev li civînê bû.    ‘LÊPIRSÎNEK BIBANDOR NEHAT BIRÊVEBIRIN’   Ji parêzerên malbatê, Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyanî da û behsa tiştên roja bûyerê qewimîne kir û bal kişand ser hûrguliyên bûyerê. Ozbîngol anî ziman ku têkildarî komkujiyê lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin û ji ber vê yekê jî bi cihêkirina dosyeyan re yekbûna dosyeyê xera bûye û yên ku fermana bûyerê dane daxilî dosyeyê nehatine kirin. Ozbîngol got ser delîlên wek beyanên şahidan, dîmenên mobeseyê, raporên tiba edlî, agahiyên ragihandinê û daneyên qeyda sînyalê hatine nixumandin û bi vî awayî lêpirsîne hatiye kirin. Ozbîngol got bi vî awayî wê biryarek heqaniyet jî dernekeve û kujer jî serbest diğerin û rojane jiyana xwe didomînin.    Ozbîngol nobeda edaletê ya Malbata Şenyaşar bi bîr xist û ji ber nobedê gelek doz û lêpirsîn li dayika Emîne Şenyaşar hatine vekirin û muameleya xerab li wê û lawê wê Ferît hatiye kirin.    BANGA BEŞDARIYA DOZÊ    Ozbîngol têkildarî lêpirsîna “nexweşxaneyê” agahî dan û bang li her alî û kesên hestiyar kir ku roja 17’ê mehê tev li danişîna dozê bibin û dixwazin her kes piştgiriyê bide têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar.