Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn 2023-01-11 09:02:36 ÎZMÎR - Huseyîn Karatay, birayê şoreşgerê kurd Menal Mêrdîn ku li Şengalê bi sûîqestekê hat qetilkirin, got: "Birayê min 43 salên jiyana xwe dan vê têkoşînê. Heya kêliya dawî jî têkoşiya." Biraziyê wî jî got: "Çendî kiryar hê nediyar be jî, lê em vê êrişê, wekî êrişeke li gelan hatiye kirin dinirxînin."    Rêveberiya Xweser a Şengalê, di 4'ê çileyê de ragihand ku şoreşger Menal Mêrdîn (Mehmet Emîn Karatay), di 2'yê çileyê de li bajaroka Tilezêrê ya Şengalê di suîqesteke bi hevkariya Tirkiye û PDK'ê de jiyana xwe ji dest daye.    Karatay, di sala 1959'an de li gundê Tinatê yê Nisêbîna Mêrdînê hatiye dinyayê. Qismeke malbata wî ji ber rewşa aborî di salên 1970'yî de koçî Îzmîrê kiriye. Karatay jî ji bo bixebite, di sala 1976'an de çûye Îzmîrê. Karatay ku di 17 saliya xwe de çûye Îzmîrê, li cem nanpêjan xebitiye û carinan jî simît firotine.    DEST JI LEŞKERIYÊ BERDA TEVLI PKK'Ê BÛ   Karatay ku du salan li Îzmîrê dixebite, ji bo leşkeriya mecbûrî çûye Qersê. Birayê wî Ramazan Karatay, di sala 1979'an de li dijî tahde û asîmlasiyona li ser kurdan tev li nava PKK'ê dibe. Mehmet Karatay jî 10 rojan destûrê ji leşkeriyê digire û diçe Îzmîrê. Gava diçe Îzmîrê, çûna birayê wî Ramazan Karatay, bandorê lê dike û ew jî tev li nava PKK'ê dibe. Mehmet Karatay, 8 sal bi şûn de, di sala 1987'an de li Êlihê tê binçavkirin û girtin.    25 SALÊN LI GIRTÎGEHÊ   Karatay, piştî ku li Êlihê tê girtin wî dişînin Girtîgeha Amedê. Karatay, li vir bi awayekî dijwar tê îşkencekirin. Kesên îşkence lê kirine, tiliyên wî şikandine û neynokên wî rakirine. Ji ber ceyrana ku dane laşê wî nikaribûye tiliyên xwe bilebitîne. Karatay ji ber vê îşkenceyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye û DMME'yê ji ber îşkenceya li Karatay hatiye kirin Tirkiyeyê mehkûmî tazmînatê kiriye.    Karatay 25 salên xwe yên girtîgehê li Êlih, Amed, Mêrdîn, Bûrsa, Çanakkale, Aydin, Nazilî, Îzmîr û Amasyayê derbas kiriye.    ÇÛ ŞENGALÊ   Ramazan Karatay, birayê Karatay, di sala 1987'an de li Mêrdînê û biraziyê wî Kerîm Karatay jî di sala 2010'an de li Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest dane.    Karatay, gava di sala 2013'an de ji girtîgehê dertê, biryarê dide ku li bajarê xwe Nisêbînê bimîne û heya sala 2016'an li vir dimîne. Lê piştî ku DAIŞ di sala 2014'an de êrişê dibe ser Şengalê û êzidiyan qetil dike, Karatay ji malbata xwe re dibêje dixwaze biçe Şengalê û li wir piştgiriya civaka êzidî bike û wan ji nêz ve nas bike. Karatay, di sala 2016'an de diçe Şengalê û li wir li ser çand û baweriya êzidiyan hûr dibe û hewl dide pirtûkekê binivîse.    Karatay berî ku pirtûka xwe temam bike, li mala ku lê dime bi suîqestekê hat qetilkirin.    JIYANEKE MIŞT ŞOREŞGERÎ   Birayê wî Huseyîn Karatay û biraziyê wî Mûstafa Karatay behsa wî kirin.    Huseyîn Karatay anî ziman ku birayê wî her tim bi hêviya aştiyê jiyaye û her kesî jê hez kiriye. Karatay wiha behsa birayê xwe kir: "Birayê min welatparêz bû. Navbera wî û her kesî pir baş bû. Ji lew re mirovekî fedekar bû. Di girtîgehê de gelek îşkence lê hat kirin. Lê her tim li dijî vê têkoşiya. Birayê min di salên 90'î de li dijî zext û çewisandinan ket grevên birçîbûnê. Gava daxwazên wan nehatin qbeûlkirin greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. Gava em diçûn girtîgehê cem wî tim bi moral bû. Hevalên wî pir hez jê dikirin. 43 salan bênavber têkoşiya. Heya kêliya dawî jî têkoşiya."    'TIM BI MORAL BÛ'   Mûstafa Karatay, biraziyê Karatay jî, anî ziman ku apê xwe di girtîgehê de nas kiriye. Mûstafa Karatay diyar kir ku çûye girtîgehê cem apê xwe û got: "Min apê xwe li Girtîgeha Dîlokê nas kir. Ji ber ku zarok bûm, ez çûm qawîşê. Paşê bi pîra xwe re çûm hemû girtîgehên ku apê min tê de ma. Her cara min ew didît bi moral bû. Tim digot divê hûn jî bi moral bin. Meraqa wî ya ji bo xwendinê zêde bû. Ji ber vê tim di nava hewldanan de bû."    'ÊRIŞ LI DIJÎ GELAN HAT KIRIN'   Karatay diyar kir ku apê wî zilma li êzidiyan dihat kirin tehemûl nekiriye û wiha axivî: "Paşê me xeber jê negirt. Apê min têkildarî êzidiyan li ser pirtûkekê hûr bûbû. Lê rastî suîqestekê hat. Çendî kiryarê wê hê nediyar be jî, lê em vê êrişê wekî êrişa li ser pênûsê, gotinê, mirovan û gelan dinirxînin. Gelê me divê li dijî vê hîn bêtir banga xwe ya ji bo aştiyê bilind bike. Em encax bi vî awayî dikarin bi ser bikevin."    MA / Delal Akyuz