MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan 2023-01-11 10:15:21   NAVENDA NÛÇEYAN - MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê ragihandin ku dê ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê xebatên hevpar bimeşînin.    Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê di 27’ê kanûna 2022’yan de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek hevdîtin kirin. Têkildarî serdanan jî duh li Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava ya li Qamişloyê daxuyanî hat dayîn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Hevseroka MSD’ê Emîne Omer û Sekreterê Giştî yê Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê Aram El Domanî di daxuyaniyê de ragihandin ku dê di pêvajoya pêş de di bin hinek sernavan de xebatên hevpar bimeşînin.    GEFÊN TIRKIYEYÊ   Di daxuyaniyê de Hevseroka MSD’ê Emîne Omer got ku gelek mijarên Sûriyeyê eleqeder dikin hatine nîqaşkirin û wiha got: “Mijarên weke gefên dewleta tirk ên li ser herêmê, sûcên li Sûriyeyê tê kirin, hewldanên ji bo guherandina demografyaya herêmê û vegerandina penabaran hatin nîqaşkirin. Di civînê de hevdîtinên Tirkiye-Sûriyeyê ku bi pêşengtiya Rûsyayê tên kirin, bandora vê nêzbûna ya li ser ewlehiya herêmê û xetereya wê ya ji bo ewlehiyê hate nîqaşkirin. Her wiha çareseriya krîza Sûriyeyê hate nîqaşkirin. Her wiha keda ji bo çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara hejmar 2254 a NY’yê jî hate nîqaşkirin. Di navbera MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê de gelek xalên hevpar hene. Dê ev xal jî di rojên pêş de bi awayeke şênber bikevin pratîkê.”    'BI MSD’Ê RE GELEK ARMANCÊN ME YÊN HEVPAR HENE’   Sekreterê Giştî yê Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê Aram El Domanî jî diyar kir ku hevdîtina di navbera MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê de piştî çendek hevdîtinên li Washîngton û Ewropayê hatine kirin û wiha domand: “Gelek hedefên me yên hevpar hene. Ev serdan di heman demê de ji bo naskirina mekanîzmaya rêveberiya sivîl jî hate kirin. Me ev tecrube li seranserî Sûriyeyê ji bo xizmet, ewlehî û îstîqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît. Armanca me û MSD’ê ya hevpar ew e ku dawî li êşên gelên Sûriyeyê bînin. Gelek astengî li pêşiya gelê Sûriyeyê hene. Biryara hejmar 2254 a NY’yê, civînên Astanayê û êrişên li ser ‘herêmên bêçek’ nîşan da ku dewlet jî pirsgirêkên heyî bi kar tînin.”    MÎNAKA EFRÎNÊ   Bi domdarî El domanî got ku di encama tevahiya van geşedanan de li Sûriyeyê guhertinên demografîk çêbûne û wiha bi dawî kir: “Herêmên başûr radestî hikûmeta Şamê hatin kirin. Gel koçî bakurê Sûriyeyê dibe. Her wiha dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek caran êrişên leşkerî kirin. Di encama van êrişan de bi hezaran welatiyên me koçber bûn. Weke mînaka Efrînê. Ji ber ku ji bo çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê û guhertineke demokratîk formeke hevpar dîtiye, em spasiya MSD’ê dikin.”