Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin 2023-01-11 11:15:56   MÛGLA - Serlêdana parastina navneteweyî ya ji bo du aktîvîstên kurd ên ji rojhilatê Kurdistanê ku tê xwestin wan bişînin Îranê û metirsiya darvekirinê li ser wan heye, hat redkirin.    Li navçeya Marmarîsê di 15’ê kanûnê de aktîvîstên kurd Shawgar Muhmmaedî û Huseyîn Menbarî (Amanj) ên ji rojhilatê Kurdistanê hatibûn binçavkirin. Tê xwestin ku her du aktîvîst paşve bişînin Îranê. Serlêdana parastina navneteweyî ya ji bo her du aktîvîstan hatibû kirin, hat redkirin. Serlêdan di 20’ê kanûnê de hatibû kirin û bêyî ku parêzerên her du penaberan amade bin, piştî mulakatê hat redkirin.    Her du penaber li navenda paşve şandinê ya li navçeya Ûlayê ya Mûglayê tên ragirtin. Parêzerên wan ku di 6’ê çile de hevdîtin li gel wan kiribûn diyar kiribûn ku li gel daxwazên eşkere û wekaletnameyên wan jî hevdîtin bê parêzer hatiye kirin û ew vê agahiyê ji forma mulakata di dosyeyê de hîn bûne. Parêzerên ku daxwaza mînaka ewraqê di dosyeyê de kirin lê daxwaza wan hat redkirin û daxwaznameya wan li ber çavan nehat girt.    SERLÊDAN HAT REDKIRIN    Li ser vê yekê parêzer di 10’ê çile de çûn îdareya koçberiyê ya li wê navenda paşve şandinê û hem pirsgirêkên diqewimin ragihandin û hem jî daxwaza mînakên ewraqan kirin. Parêzer li vir hîn bûn ku serlêdana wan a ji bo parastina navneteweyî ya miwekîlên wan hatiye redkirin. Parêzeran ragihand ku ew ê îtîrazî biryara redkirina serlêdanê bikin.