Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin 2023-01-11 12:22:33   ENQERE - Nobeda parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîdê dewam dike û wiha gotin: "Ji bo çareseriya demokratîk divê tavilê hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re bê kirin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinan bike dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 15'emîn de berdewam dike.   Parlamenter Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Mûazzez Orhan, Siddik Taş, Huseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Kemal Pekoz, Celadet Gaydali, Remziye Tosûn û Nûran Îmîr bi dowîzên "Bila hiqûq li Îmraliyê bi cih bê anîn" û "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî dan.   'FIKARA XELKÊ HEYE'    Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul daxuyanî da û diyar kir ku li Girava Îmraliyê sîstemeke ku li Destûra Bingehîn û sîstema hiqûqê nayê, bi cih tê anîn. Bulbul destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê tecrîd bi rêk û pêk kiriye, li dijî mafên mirovan û azadiyê sûc dike û got: "Tecrîd sûcekî hiqûqî ye. Aliyê vî sûcî jî hiumeta AKP-MHP, di heman demê de dozger û saziya hiqûqê ye. Ji bilî van her wiha NATO, CPT, Yekîtiya Ewropa û DMME jî aliyekî vî sûcî ne. Li vê derê sîstemeke navneteweyî, komployeke navneteweyî heye. Yekîtiya Ewropa rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê bi hesasiyeteke mezin dişopîne, di vê der barê de raporan diweşîne, lê belê têkildarî sîstema li Îmraliyê gotineke bi tenê jî negotiye. Her wiha CPT çû li wê derê lêkolîn kir, lê encamên wê bi raya giştî re parve nekir. Di vir de raya giştî ya demokratîk, gelê Kurd, HDP gelekî bi fikar e. Fikar li ser tenduristî û ewlehiyê heye."   'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN Û HEVDÎTIN PÊK WERE'   Bulbul diyar kir ku rabûna li ber tecrîdê tê wateya parastina demokrasî, mafên mirovan, azadî, wekhevî û edaletê û wiha got: "Birêz Ocalan heta niha li Giravê bi fikir û projeyên xwe, jiyana bi hev re û azad a gelên Tirkiye, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn parastiye. Parastina van nêrînan sûc nîne, mafekî demokratîk û rewa ye. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê divê dawî li tecrîdê bê anîn û hevdîtin pê re bê kirin. Lê belê em jî li vir hatine tecrîdkirin. Tecrîd sûc e. Divê tavilê dawî li sûcê tecrîdê bê anîn û ji bo çareseriya aştiyane demokratîk hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin."