Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn 2023-01-11 13:51:24   ÊLIH - Li Elihê qezaya trafîkê pêk hat, di qezayê de kesek mir û 5 kes birîndar bûn.    Vê sibehê li ser rêya bejahiyê ya Êlih û Heskîfê du wesayît li hev ketin û qezaya trafîkê rû da. Di qezayê de kesek li cihê bûyerê mir û 5 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndaran bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Cenazeyê kesê mirî jî rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.