Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin 2023-01-11 16:25:06   WAN - Şaxa Egîtîm Sen a Wanê tespît kir ku li 3 dibistanên amadehî yên Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatine cudakirin.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Wanê da zanîn ku li Dibistana Amedehî ya Îmam Hatîpê ya Anatoliyayê ya Şehît Mûrat Demîrcî, Dibistana Amadehî ya Îmam Hatîpê ya Navendê ya Wanê û li Dibistana Îmam Hatîpê ya Anatoliyayê ya Şehîdên 15’ê Tîrmehê polên xwendkarên keç û kur ji hev hatine cudakirin. Şaxa Egîtîm Senê da zanîn ku piştî tespîtkirina rewşê, di 19’ê cotmeha 2022’yan de serî li Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Wanê dane. Egîtîm Senê di serlêdana xwe de xwest ku têkildarî mijarê bên agahdarkirin. Midûriyetê jî wiha bersiv da serlêdanê: “Li dibistanên girêdayî midûriyeta bajarê me, perwerde û hînkirin li gorî xala 15’an a Qanûna Bingehîn a Perwerdeya Neteweyî ya ‘Li dibistanan a esasî ew e ku keç û kur bi hev re perwerdeyê bibînin. Lê belê li gorî cureyê perwerdeyê, derfet û neçariyan, dikare hinek dibistan tenê ji bo keçan an jî ji bo kuran bên veqetandin.’ tê dayîn.”   EGÎTÎM SEN: EV SEPAN SÛC E    Têkildarî mijarê em bi Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Mûrat Atabay re axivîn. Atabay, got ku hem li ser agahiyên endamên wan û hem jî di encama lêkolînên wan de tespît kirine ku li her 3 dibistanên navborî keç û kur li polên cuda dersan dibînin û ev tişt anî ziman: “Me jî têkildarî mijarê ji Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajar re daxwazname şand. Me xwest ku ev sepan bi dawî bibe. Ev sepan, sûc e. Divê li van dibistanên navborî perwerdeya têkel dest pê bike nexwe dê derheqê berpirsyaran de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Me ev yek ji wan re jî ragihand. Yek ji rêgezên bingehîn ên Egîtîm Senê, rêgeza laîktî ye. Niha di qanûnê de wiha tê gotin; ‘li gorî cureyê perwerdeyê, derfet û neçariyan dikare xwendekarên keç û kur ji hev cuda perwerdeyê bibînin’ lê li vir rewşeke wiha nîne. Divê tavilê dawî li vê sepanê bînin.”   Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajar û dibistanên navborî jî pirsên me yên têkildarî mijarê bêbersiv hiştin û diyar kirin ku dê nekarin agahiyan bidin.    MA / Cengîz Ozbasar