Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin 2023-01-11 18:47:24   MÛŞ - Rêxistina HDP'ê ya Mûşê, daxuyand ku duh danê êvarî hin kesan hewl daye ku avahiya partiya wan bişewitînin.    Duh hin kesan hewl daye ku avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê bidin ber êgir. Rêxistina HDP’ê ya Mûşê têkildarî êrîşê, îro li avahiya partiyê daxuyanî da. Hevserokên bajêr û rêvebirên partiyê tevlî civînê bûn.   Hevserokê bajêr Savci Arslan anî ziman ku cihê ketina hundirê avahiyê, berê bi alayên partiyê xemilandine û got ku ji aliyê kes an hin kesên nediyar ve, ev ala hatine şewitandin û xwestine ku avahiyê bişewitînin. Arslan wiha got: “Hatiye xwestin ku alayên me yên li cihê ketina hundirê avahiyê daliqandî, bidin ber agir û avahiya me bişewitînin. Kesên ev yek kirîn, yan jî piştî alayên me dan ber êgir, ji ber deriyê avahiya me bi dûr ketine. Agir bi xwe vemiriye. Bi vî awayî avahiya me ya bajêr, ji xeteriyekê rizgar bûye.”   Arslan ragihand ku têkildarî êrîşê serî li Serdozgeriya Komara Mûşê dane.