Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e 2023-01-12 09:52:19   WAN - Rojnamevan Kakşar Oremar ku ragihand xwepêşandanên li Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne û got: “Tevî ku xwepêşandan li Îranê kêm bûne jî daxwaza gel yek e û vê rejîmê naxwazin.”   Çalakiyên şermezarkirinê yên piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpêkirin didomin. Hikumet bi cezayên darvekirinê hewl dide xwepêşanderan çavtirsandî bike. Li gorî daneyên fermî yên Rêxistina Mafên Mirovan, di çalakiyên bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” tên meşandin de heta niha 481 kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî hatin girtin. Tê diyarkirin ku ji kesên hatine qetilkirin 64 jê zarok in. Rojnamevan Kakşar Oremar têkildarî rewşa dawî ya li welat ji ajansa me re axivî.    BIRYARÊN DARVEKIRINÊ    Oremar ê diyar kir ku çalakî zêdetir li bajarên Rojhilatê Kurdistanê didomin, anî ziman ku hukumet hewl dide gel bi darvekirinan çavtirsandî bike û got: “Heke weke Rojhilat li bajarên Îranê jî çalakî berdewam kiribûna wê banodra çalakiyan ji niha gelek zêdetir buya. Dibe ku mirov jî nehatibûna darvekirin. Berdewamkirina çalakiyan ji ber rejîma Îranê ye. Ji ber ku rejim guh nade bangên gel. Lê tevî îşkence, girtin û darvekirinan çalakî bi awayekî didomin. Li dijî van çalakiyan jî rejîm darvekirinan derdixe pêş. 109 kes bi darvekirinên tên darizandin, derbarê 17 kesan de biryara darvekirinê hatiye dayîn û 4 ji wan hatine darvekirin. Dîsa agahiyeke ku li bajarên Kurdistanê 8 kes bi awayekî veşartî hatine darvekirin jî heye.”   DAXWAZA GEL    Oremar, bal kişand ku tevî hemû zextan jî çalakî li kolanan didomin û da zanîn ku ji bilî kolanan li fabrîkayan jî grev didomin. Oremar di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Sedema bingehîn a van hemûyan helwesta li dijî rejîma Îranê ye. Ji xwe van çalakiyan bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ xwe nîşan da û gel bi vê dirûşmeyê nîşan da ku çi dixwaze. Gotina çalakî kêm bûne, nîşan nade ku gel hatiye çewisandin û dest ji daxwazên xwe berdaye. Çalakî kêm bibin jî daxwazên gel heman in û vê rejîmê naxwazin. Heke gel li dijî zextan bêdeng bimîne û ji qadan vekişe, dibe ku rewşeke komkujiyên komî rû bide. Ji ber ku berê mînakên vê hene. Ez hêvî dikim ku ev pêk neyên û gel bi temamî qadan neterikîne.”   ‘DIVÊ REJÎM GUH BIDE GEL’   Oremar, destnîşan kir ku divê hukumet guh bide gel û bangên ji welatên cuda tên kirin û da zanîn ku ji ber bersivê nade bangan, Îran ji cîhanê zêdetir tê îzolekirin. Oremar, axaftina xwe bi van gotinan domand: “Aborî dê xerabtir bibe û zextên li ser gel wê her ku biçe zêdetir bibin. Heke Îran guh nede gel û rejîmê neguherîne mehkumî tunebûnê ye. Divê rejim dev ji dîtina nixumandina komkujiyên xwe berde. Divê guhertina rejîmê teqez be.”   XELASÎ: YEKITÎ YE   Oremar, da xuyankirin ku gel baweriya xwe ya bi hikumetê bi temamî winda kiriye û dixwaze pergaleke demokratîk bê avakirin û bi lêv kir ku avakirina hikumeteke li gorî ruhê sedsala 21’an yek ji daxwazên bingehîn e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Rêzikên di îslamê de diyar in. Di nava vê rêzikname û sîstemê de hûn çiqas reforman dixwazin bila bikin, cihê ku hûn biçinê yek e. Ji bo vê jî mirov daxwaza mafan dikin ku li gorî avaniya sedsala 21’an guncaw in. Heta îro nêzîkatiya rejîmê ya li dijî herêma Rojhilat, bûye girtin, darvekirin, mirin, zext û astengkirin. Heman tişt li gelên din û nasnameyên etnîkî jî kiriye. Ev zext li Kurdistanê mayînde kirine. Gelên din ên li Îranê jî ji bo li dijî rejîmê bi ser bikevin, lazim e bibin yek. Divê ev yekîtî bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ pêk were.”   MA / Cengîz Ozbasar