Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e 2023-01-12 10:08:40   STENBOL – Dîroknas Erdogan Aydin diyar kir ku pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Komara Demokratîk” ji bo Tirkiyeyê şenseke û wiha got: “Tekane rê û rêbaza tedawîkirina birînên Tirkiyeyê Komara Demokratîk e.”    Komara Tirkiyeyê piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî, di 29’ê Cotmeha 1923’yan de li ser bingeha “Tirkîtiyê” hate avakirin. Komara Tirkiyeyê dikeve sedsala duyemîn. Di tevahiya komarê de polîtîkayên înkar, tunekirin û pişaftinê esas hatin girtin û di serî de gelê kurd, tevahiya gelên li Tirkiyeyê di qirkirinê re hatin derbaskirin. Gelê kurd li dijî van qirkirinan, gelê kurd bi awayekî sîstematîk serî hil da. Herî dawî jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî van polîtîkayan serî hil da. Ocalan, dibêje ku çareseriya mayînde bi “Komara Demokratîk” pêkan e û ev pêşniyara Ocalan di sedsala duyemîn a Tirkiyeyê de jî tê nîqaşkirin.    Dîroknas Erdogan Aydin bal kişand ser rola kurdan a di komarê de û pêşniyara Komara Demokratîk ku perspektîfa çareseriyê ya Abdullah Ocalan e nirxand.    WELATÊ HEVPAR Ê KURD Û TIRKAN   Aydin bal kişand ser serdema beriya komarê û wiha got: “Di wê serdemê de pênaseya welatê kurdan û tirkan hebû. Lewma jî daxwazeke bi vî rengî ya Cemiyeta Azadî hebû. Di serdema têkoşîna neteweyî de sozeke ku dê mafên kurdan û tirkan mîna hev bin hatibû dayîn. Dema em ji vê hêlê ve lê dinihêrin, wateya millet a ku dihat bikaranîn ne di wateya ‘neteweya tirk’ de bû. Qala miletê misilman dihat kirin. Di nava vê têgehê de jî hem kurd û hem jî tirk hebûn.”     KURD BÊTECRÛBE BÛN    Bi domdarî Aydin qala Mîsak-i Mîllî kir û ev tişt anî ziman: “Xaka welêt a ku dihat xwestin were rizgarkirin, weke ‘xaka kurdan û tirkan’ dihat pênasekirin. Li gel vê, ji bo mafên kurdan û tirkan çûn Lozanê. Di vê pêvajoyê de piştgirî ji eşîrên kurdan girtin. Her wiha metnên îmzekirî jî hilgirtibûn. Lê belê di navberê de ferqekî mezin heye; çîna serdest a tirkîtiyê ku siyaseta tirkîtiyê esas digirt, ji hêla leşkerî ve pir birêxistinkirî bûn û entelektûel bûn. Bi tecrûbeya Îttîhat Terakkî re bûn. Lê hêla din ti tecrûbeyeke serdestên kurd tune bû.”    ‘KARÊ NÎVCOMAYÎ’   Di berdewamê de Aydin got ku di navbera kurdan de nakokî hebûn û vê jî dikir ku nekarin bên ba hev û bi hev re tiştekî bikn. Aydin, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di mijara siyaseta neteweyî ya kurd de zehmetî dikişandin. Serdemekî wiha bû. Dema ev faktor tên ba hev, di esasê xwe de piştî îmzekirina Peymana Lozanê, Mûstafa Kemal û rêveberên din dest bi temamkirina karê nîvcomayî kirin. Karê nîvcomayî çi bû? Bêguman projeya Ziya Gokalp a Tirkkirin, Misilmankirin û Muasirkirinê bû. Bi tesfiyekirina ermen û ruman re jixwe heta astekî pêş ketibûn. Lê vê carê divê yên bihatina tesfiyekirin, ji misilmanan bûna. Kurd jî yên sereke bûn. Lewma jî piştî Peymana Lozanê, rêveberiya Têkoşîna Neteweyî ‘Makeqanûna 1921’an’ guherand.”    RÊVEBERIYA XWESER A DEMOKRATÎK   Aydin, diyar kir ku aliyekî Rêveberiya Nenavendî ya Makeqanûna 1921’an hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vî aliyê xwe ve ‘rêveberiya xweser a demokratîk’ mîsoger dikir. Heke wê demê bi makeqanûnê bikirana, hem dê pirsgirêka kurdan bihata çareserkirin hem jî dê Tirkiye demokratîk bûbûya. Dê Tirkiye niha welatekî pir mureffeh û dewlemend bûya. Dê di qada navneteweyî de xwedî roleke pir çalak bûya. Lê belê çîna serdest a tirk tenê xwe bi sînorên tirkîtiyê ve bisînor kirin û xwestin mîna ermenan, kurdan jî tesfiye bikin. Ev tesfiye xistibûn serê xwe. Xwedî îdeolojiyeke neteweperest û meyla wan a dewletê jî bi vî rengî bû. Êdî nedixwestin van xakan û serdestiyê bi kurdan re parve bikin. Di esasê xwe de heke parve bikirana, dê îro li herêmên kurdan rewşa aboriyê gelek baş bûbûya.”    SERHILDAN BI ÎNKARÊ RE DEST PÊ KIR   Dîroknas Aydin diyar kir ku li dijî vê ferasetê Serhildana Şêx Seîd pêş ketiye lê belê çîroka “serhildan çêbû lewma me berê xwe da kurdan” hate vegotin û ev nirxandin kir: “Ev gotin teqez rast nîne. Şêx Seîd neçarî serhildanê kirin. Sedema vê ya esasî jî ew e ku di asta makeqanûnê de kurdayetî hate înkarkirin. Sedema serhildanê ev bû. Anku hemû sozên di dema têkoşîna neteweyî de hatibûn dayîn red kirin û li ser vê yekê di şexsê Şêx Seîd de serhildan dest pê kir. Heta wê demê jî pêşerojeke hevpar dihat fikirîn. Serhildan, berteka travmayê bû. Lê mixabin ev serhildan ji hêla çîna serdest a tirk ve ji bo êrişên topyekûn ên li dijî kurdan weke firsendek hate bikaranîn. Piştre jî qanûna Takrîr-î Sukun anku ‘bêdengî’ hate derxistin. Bi vê qanûnê re ne tenê kurd, tu derdorên muxalîf li ser pêyan nehiştin.    TESFIYE KETE DEWRÊ   Heta Raûf Orbay, Alî Fuat Cebesoy, Refet Belle, Adnan Adivar û gelek navên di nava Fikraya Komarê ya Terakkîperverê de ku ‘Têkoşîna Neteweyî’ dabûn destpêkirin, hatin tesfiyekirin. Derdorên sosyalîst jî bi fîzîkî hatin tunekirin. Ev rewş di heman demê de ‘operasyonek’ bû. Nazim Hîkmet Ran xwe bi zorê xelas kir. Tu muxalîf nehiştin. Heta çapemeniya Stenbolê ku alîgirên Enqereyê bûn, tevek jî li Xarpêtê di hucreyê de girtin. Mafê elewiyan ê elewîtiyê jî ji destê wan standin û bi awayekî fiîlî qedexe kirin. Di serdema ewil de qels bûn. Lewma bi kurdan, elewiyan û sosyalîstan re hevkarî kirin. Lê çawa ku di şer de bi ser ketin û Lozan hate îmzekirin, êdî dest bi projeya xwe kirin.”   TIRKIYE VEGUHERANDIN XERABIYÊ   Aydin, da zanîn ku bi hezaran mirov hatine kuştin û wiha derbirî: “Xerabiyên pir mezin li Tirkiyeyê kirin. Bi hezaran mirov hatin sirgûnkirin û dest danîn ser mal û milkê bi hezaran kesan. Mîna Îttîhat Terakî li kesên nemisilman kiribû, wan jî heman tişt li kurdan kir. Lê kurd li dijî wan rabûn û di berxwedana ‘Serhildana Şêx Seîd’ de gotin ‘em mafên xwe dixwazin.’ Lê gotina ‘kurdan her tim serî hil da’ raste nîne. Aliyeke cuda yê Serhildana Agiriyê heye. Lê serhildanên din tevek jî bi gotinên weke ‘em zimanê xwe, baweriya xwe dixwazin. Em jî neteweyek in’ hatin kirin.”    WEKE MÊTINGEHE NAVXWEYÎ HATE DÎTIN   Bi domdarî Aydin rewşa heyî bi metefora ‘gur û berxik’ vegot û wiha berdewam kir: “Gurê ku li jor dimîne ji berxik re dibêje ‘tu ava min şilo dikî.’ Berxik jî dibêje; ‘Ez nikarim ava te şilo bikim ji ber ku ez li jêr im. Ava te ji wir ber bi jêr ve diherike.’ Rewşeke wiha hebû. Kurdî hate qedexekirin, karnameyên sirgûnê, di hemû raporan de hat gotin ku Kurdistan jinûve were vesazkirin. Lewma jî ji Balkanan, Kafkasan koçber anîn û li vê herêmê bi cih kirin. Bi van sepanan teknolojiya endezyariyê bi kar anîn. Ev yek, atmosfereke mêtingeha navxweyî ye. Rêhesin birin Kurdistanê. Lê ev rêhesin ne ji bo mafê hemwelatiyê kirin. Ji bo dagirkirina Kurdistanê kirin. Dibistan jî bi heman mebestê çêkirin. Weke amûrên pişaftinê hatin bikaranîn. Heke îro mafê bingehîn ê ziman hêjta tune be, sedema vê ev e. Armanca sereke yektîpkirin bû. Bersiva ‘çima komar demokratîk nebû’ jî ev tiştên me li jor vegotin e.”    DAHÛRANDINEKE GIŞTÎ YE    Aydin, got; “Di hêvanê vî karî de dijdemokrasî heye” û ev nirxandin kir: “Endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê bandoreke neyînî li ser demokrasiyê kir. Îktîdarê di heman çarçoveyê de polîtîka pêş xistin. Ji ber van polîtîkayan jî heta sedsala duyemîn demokrasî pêk nehat. Heke em hemû qedexeyên ku di stûyê me de hevsar û di destên me de weke kelemçe dimînin ji holê rakin û rexnedayîneke baş bidin, dê pêşiya me vebe. Wê demê dê di vê sedsala nû de pirsgirêk çareser bibin. Heke hewldaneke wiha nebe, kî dibe bila bibe ev tê wê wateyê ku rêveberên me dixwazin mîna sedsala ewil me birêve bibin. Kurdatî, elewîtî, sendîka û maf qedexe ne. Dê çi bibe? Di rewşe wiha de bila kesek nebêje çima îslamîst bûn desthilatdar. Heke hûn zextê li civakê bikin dê encam wiha be. Lewma hewcehî bi dahûrandinên giştî heye.”   ‘JEHRKUJ E’    Herî dawî jî Aydin bal kişand ser fikra “Komara Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Komara Demokratîk tê wateya komara pirçandî û pirmiletî ye. Dê her kes bikare xwe tê de îfade bike. Tê wê wateyê ku hemwelatî çawa bixwazin dikarin wisa bijîn. Lewma jî Komara Demokratîk jehrkuja ‘Komara Kemalîst’ e. Ji bo biratiyê, aboriyeke xurt, aştî û aramiyê, Komara Demokratîk ji bo dema pêş nebe nabe ye. Komara Tirkiyeyê nikare sedsala duyemîn jî mîna ya yekemîn derbas bike. Jixwe niha hemû têkiliyên wê xitimî ne. Komara Demokratîk, vebijêrk û şensek e. Divê hemû derdorên civakê vê baş fêm bikin. Divê hêzê demokrasiyê yên Tirkiyeyê, tevgera kurdan, tevgera elewiyan û sosyalîst bikarin vê ji civakê re vebêjin. Li gorî min di vê mijarê de kêmasî hene. Komara Demokraktîk tekane rê û rêbaza tedawîkirina birînên Tirkiyeyê ye.”    MA / Mehmet Aslan