Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne 2023-01-12 11:50:07   RIHA - Malbata Şenyaşar ragihand ku ew ê bi parêzvanên mafên mirovan re 17’ê çile di danişîna ewil a doza komkujiya li nexweşxenyê de li Meletiyê bin.    i navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana Malbata Şenyaşar kiribûn û êrişê ber nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dewam kiribû. Di êrişa li ber nexweşxaneyê de Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Fadil û Adil Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar, bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin ku di dozê de pêk were. Nobeda Edaletê ya malbatê li ber edliyeyê di roja 675’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû îro nehat cihê çalakiyê û nobeda îro ji aliyê Ferît Şenyaşar ve hat girtin.    DANIŞÎNA EWIL A DOZÊ DI 17’Ê ÇILE DE YE    Malbatê îro li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Heta ku zexta siyasî ji ser dozger û dadgeran ranebe, wê aramî neyê welat! TBB û hemû baro xwedî li daxwaza me ya edaletê derketin. Em ê di 17’ê çile de bi hezaran parêzvanên mafên mirovan re li Meletiyê bin. Em ê qet xwe bêhêvî nekin, çi dibe bila bibe em ê dawiya dawî bigihîjin edaletê.”