Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir 2023-01-12 19:14:48     AMED –  Ji Girtîgeha Xarpêtê girtiyan ragihand ku ji ber zext û zoriyan dest bi greva birçîbûnê kirine.    Li Girtîgeha Xarpêtê ya Hejmara 2’yan girtiyan bi rêya telefonê ragihandin malbatên xwe k li dijî zext û zoriyan îro dest bi greva birçîbûnê kirine. 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye.    Li gorî agahiyên ku girtiyan ragihandine malbatên xwe, di 10’ê çileyê de girtiyekî edlî ku derûniya wî xirab e, birine qawîşa girtiyên siyasî.  Li ser vê yekê girtiyên siyasî gelek caran ji rêveberên girtîgehê xwestine ku girtiyê edlî ji qawîşa wan derxînin. Lê tevî vê yekê jî rêveberên girtîgehê daxwaza girtiyan qebûl nekiriye û her tim bi ser qawîşan de girtine û tundî li wan kirine.    ‘DEWLET ÇI BIXWAZÊ HÛN DÊ WISA BIKIN’   Herî dawî jî girtiyê bi navê Mahsûm Sarp û gardiyan ketine qirika hev. Sarp ji gardiyan re gotiye ew naxwazin di qawîşa wan de girtiyên edlî hebin. Li ser vê gardiyanan êrişî Sarp kirine û nêzî 20 deqîqeyan lêxistine û diranên wî şikandine. Sergardiyanê girtîgehê jî ji Sarp re gotiye, "yan hûn ê li vî (Girtiyê edlî) binêrin yan na di qawîşa edliyan de rastî destdirêjê tê, dewlet çi bixwaze hûn ê wisa bikin."   Li ser vê yekê 6 girtiyan jî îro dest bi gireva birçîbûne kiriye.