Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir 2023-01-12 19:24:05   AMED - Amedsporê ji binêsaziya Galatasarayê ji bo qada navîn Abdûlsamed Karnûçû transfer kir.   Di Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor di navbera lîgê de hem amadekariyên ji bo lîgê dike hem jî ji bo  bibe şampiyon hewl dide tîma xwe xurt bike. Amedspor bênavber transefarn dike. Vê carê jî ji binêsaziya Galatasarayê Abdûlsamed Karnûçû transfer kir. Karnûçû heya dawiya salê ji Galatasarayê hat kirêkirin.    Ji bo Karnûçû, merasîmek hat lidarxistin. Serokê Amedsporê Selahattin Yildirim, Wekîlê Serokê Amedsporê Omer Elali û Sekreterê Giştî Seyîthan Şan tevlî merasîmê bûn.