Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in 2023-01-12 21:56:12   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku li Stenbolê bi komeleyên herêmê re li hev civiya, diyar kir ku tekane rêya têkşikandina faşîzmê piştgiriya ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê ye û got: "HDP, ne kêlekbirê tu maseyê ye jî. Em rêwiyên rêya sêyem in."    Komîsyona Têkiliyên bi Saziyaên Civaka Sivîl û Partiyên Siyasî re ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaş, bi boneya rojeva hilbijartinê bi komeleyên herêmê re civiya. Li hêwana hevdîtinê pankartên ku li ser "Em xwedî li vîna gelan derdikevin", "Em li vir in, bi hev re ne", "Zimanê me rûmeta me ye", "Bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi nasnameya xwe, bi hev re ne" nivîsandî hatin daliqandin. Gelek nûnerên komeleyên herêmê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî civînê bûn. Her wiha Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu û Îlknûr Bîrol û parlementerên HDP'ê jî tevlî civînê bûn.    Di civînê de ewilî Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu axivî. Encu bal kişand ser girîngiya vê hevdîtinê û malvayiya hemû beşdaran kir.    Paşê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldanê anî ziman ku şanaz in ku hevdîtinê bi komeleyên herêmê re dikin.    'KURD DÊ LI BER XWE BIDIN Û BI SER BIKEVIN'   Bûldanê bilêv kir ku îşev şeveke girîng e, ji lew re ew ê îşev li vir kesên ku zilmê li HDP'ê û gelê kurd dikin afîşe bikin û got: "Li hemberî me desthilateke wisa heye ku her cure zorbetî, çewisandin, înkar û qirkirinê rewa dibîne. Em dibînin ku xitimandina rêyên siyaseta demokratîk, xespkirina mafan û hiqûqê, girtina hilbijêran, binpêkirina azadiya bi sedhezaran mirovî, desteserkirina destkeftiyên gelê kurd bûye awayekî rêveberinê yê rêveberên vî welatî. Kurd her tim bi pêvajoyên wisa bi ba û bahoz re rû bi rû mane. Kurd, bi bedêlên giran hatine roja îr. Her wiha têkoşîneke mezin jî dane. Hemû desthilatê vî welatî bi hiqûq û qanûneke cuda nêzî kurdan bûne. Desthilata AKP'ê jî li hemberî kurdan hiqûq û qanûneke cuda pêk anî. Kurd, di vî 20 salî de gelek êş kişandin. Belkî şewitandina gundan, cinayetên kiryar nediyar çênebûn lê bi awayekî rêveberinê yê ne kêmî wan deman re rû bi rû man. Rêveberî guherîn, lê zilm tu carî neguherî."    Bûldanê destnîşan kir ku  ev desthilat û yên pê re hereket dikin ji HDP'ê û kurdan ditirsin û got: "Ger ev qasî ji me netirsiyana, bawer bikin dê ev qasî êrişî me nekirina. Lê radibin û rûdinên, di xewna xwe de tişteî dibînin: HDP û kurd. Lê bila bitirsin; kurd dê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Ev dîmen, nîşaneya serketinê ye. Ev hatina me ya cem hev, di nêz de dê bibe nîşaneya herî mezin a yekîtiya gelê kurd jî."    'TECRÎD SIYASÎ YE'   Bûldanê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û got ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye îro li tevahiya girtîgehan û qadên jiyanê belav bûye. Bûldanê got: "Tecrîd, li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir. Tecrîda li ser birêz Ocalan, ne exlaqî, ne wihadanî û ne jî hiqûqî ye. Em dizanin ku ev tecrîd siyasî ye û yek ji pêkanînên kêfî yên hikûmeta AKP'ê ye."    'HDP NE KÊLEKBIRÊ TU MASEYÊ YE'   Bûldanê li ser pêvajoya hilbijartinê jî sekinî û got: "Ev hilbijartin, hilbijartineke dîrokî ye. Gelên Tirkiyeyê dê di vê hilbijartinêd e biryareke dîrokî bidin. Dê tercîha an ji teref ronahiyê an jî ji teref tarîtiyê bi kar bînin. Lê em mêze dikin ku gelên Tirkiyeyê ji zûde ye biryara xwe dane. Gelên Tirkiyeyê ji bo rojek berî rojekê desthilata AKP-MHP'ê bişînin, li benda hilbijartinê ne. Em baş dizanin du aliyên cuda hene. Li aliyekî Tifaqa Cumhûrê û li aliyê din jî Tifaqa Miletê. Lê gelên Tirkiyeyê ne mehkûm van her du aliyan e."   Bûldanê diyar kir ku di pêvajoyeke wisa de ku bi navê edalet, aştî û demokrasiyê titşek nemaye wan gotiye Tifaqa Kedû û Azadiyê bi namzetê xwe heye û got: "Me ev got, gelek nîqaş rû dan. Bila kes li qisûrê mêze neke. HDP, ne kêlekbirê tu maseyê ye jî. Em ê bi tifaqên xwe, bi pêkhateyên xwe, bi hêza xwe ya cewherî û piştgiriya gelê xwe li gorî daxwazên xwe namzetên xwe diyar bikin û ji bo namzetê me biçe tûra duyemîn jî çi ji destê me bê em ê bikin. Ez li vir careke din dibêjim; maç hê nû dest pê kiriye û 90 deqe ye. Û di dawiya vî 90 deqîqeyî de Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi awayekî herî serketî ji heq van hilbijartinan derkeve. "   Bûldanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser mîtînga ku dê Tifaqa Ked û Azadiyê di 15'ê Çileyê de li Qada Kartalê ya Stenbolê li dar bixe û got ku ev mîtîng dê bibe nîşaneya têkoşîna hevpar û yekîtiya gelan.