‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne' 2023-01-13 09:03:32   STENBOL - Hevseroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku "giştînameya nû" ya Wezareta Dadê ya ji bo girtiyên nexweş, tu çareseriyê di xwe de nahewîne û got ku mirinên li girtîgehan rû didin êdî divê wekî "cînayet" bên nîqaşkirin.    Girtiyên nexweş ên di girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê de, tevî hemû hewldanan jî nayên berdan. Li gorî daneyên meha nîsana 2022'yan ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala dawî de 76 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û hê jî li girtîgehan 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene.    PIŞTÎ MIRINA KORGENERAL GIŞTÎNAME HAT BELAVKIRIN   Herî dawî korgeneralê berê Vûral Avar di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû. Avar ku di 29'ê gulana 2012'an de ji "Doza 28'ê Sibatê" hatibû darizandin û cezayê muebbedê lê hatibû birîn, di 20'ê kanûna 2022'yan de li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Avar, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, di 3'yê çileyê de ragihandibû ku giştînameyeke 8 xalî ya ji bo girtiyên nexweş belav kirine.    Hevseroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî giştînameyê axivî. Yolerî bi lêv kir ku piştî korqeneral Vûral Avar jiyana xwe ji dest daye desthilata AKP-MHP'ê ketiye ber rexneyan û ji bo xwe ji vê xelas bike di cî de giştînameyek nû weşandine. Yolerî, ev tişt anî ziman: "Piştî rayedarekî leşkerî mir, giştînameyê nîqaş kirin. Lê di sala 2022'yan de 75 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Mixabin em behsa Wezareta Dadê dikin ku mirina 75 girtiyan esas negirtiye."    GIŞTÎNAME TIŞTEKÎ NÛ NABÊJE   Yolerî diyar kir ku Wezareta Dadê bi weşandina giştînameyekê dixwaze ji civakê re bibêje pirsgirêkên girtiyên nexweş tê çareserkirin. Yolerî destnîşan kir ku piştî daxuyaniya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pir hindik be jî hêviyek li wan parêzvanên mafên mirovan peyda bûye û wiha domand: "Lê gava giştîname hat belavkirin, me dît ku awayê rojanekirî yê giştînameya 2006'an e. Ev giştîname tiştekî nû nabêje û çareseriya tu pirsgirêkan di xwe de nahewîne."    DIVÊ WEKÎ CINAYETÊ BÊ NÎQAŞKIRIN   Bi domdarî Yolerî bibîr xist ku girtiyên nexweş ji ber ku sûdê ji mafê tenduristiyê nagirin jiyana xwe ji dest didin û wiha derbirî: "Ji ber vê yekê girtiyên nexweş bi darbestê ji girtîgehê derdikevin. Êdî ev divê wekî 'cînayetê' bê nîqaşkirin."    GIRTÎ EFÛYÊ QEBÛL NAKIN   Di berdewamê de Yolerî da zanîn ku di sererastkirina nû de karbidestiya "efûyê" ya serokkomartiyê berfireh kiriye û got ku bi taybetî girtiyên siyasî naxwazin sûdê ji "efûya" serokkomar bigirin. Yolerî, anî ziman ku girtî dixwazin sûdê ji mafên qanûnî yên heyî bigirin. Yolerî, daxuyand ku mafê jiyanê û tenduristiyê yê girtiyên nexweş ne ew maf in ku li benda karbidestiya serokkomartiyê bên sekinandin.