Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe 2023-01-13 09:03:48   AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê dê di 15’ê çileyê de 4’emin kongreya xwe ya asayî li dar bixe. Hevserokên HDP’ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulîstan Atasoy ji bo beşdarbûna kongreyê bang li gel kirin û gotin: “Werin em bi hev re têkoşîna xwe bilindtir bikin.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi diruşmeya, “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriye re na” 4’emîn kongreya xwe ya asayî di 15'ê çileyê (yekşem) de saet di 10.00’an de li Eywana Demîrokê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê li dar bixê. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlamenterên Amedê jî dê beşdarî kongereyê bibin. Hevserokên HDP’ê yên Amedê ji bo beşdarbûna kongreyê bang li gel kirin.    ‘SALA BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNE BÛ’   Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan bi lêv kir ku sala par zext û tundiyên li ser civak û partiya wan zêde bûn û wiha got: “Lê qasî ku saleke zor û zahmet bû ewqas jî sala berxwedan û têkoşîne bû. Me bi vî awayî sala borî derbas kir û em ketin sala 2023’yan. Helbet gefên girtinê yên li ser partiya me û doza kumpasê ya Kobanê berdewam dike. Di vê pêvajoyê de em jî diçin kongreya 4’emîn a asayî ya HDP’ê. Her tim me bi sazî û dezgehên Amedê ve hewl dayê tişte ku dikevê li ser mile me bi cih bînin, her ku diçe jî heviyên me hê xurttir dibin û xwedî derketina siyaseta demokratîk û HDP'ê jî mezintir dibe. Ji ber wê jî em spasdarên gelê xwe ne. Her wiha sazî dezgehên Amedê jî tu car partiya xwe tenê nehiştin û di her şert û mercan de lê xwedî derketin.”   ‘WERIN EM BI HEV RE TÊKOŞÎNA XWE BILINDTIR BIKIN’   Ceylan bal kişand ser 4’êmin kongreya asayî ku ew dê li dar bixin û ji bo tevlîbûna kongreye ev bang li gel kir: “Lê divê beriya fînalê em behtir xwe birêxistin û biheztir bikin ku bikaribin li dijî faşîzma ku desthilat li me ferz dike bisekinin û encameke serkeftinê bi dest bixînin. Gelê me baş dizane ku tiştekî ku desthilata heyî ya AKP’ê û MHP’ê bide civakê nemaye. Ji ber wê pêvajo pêwîst dibîne ku em bêhtir xwe bi hêz bikin û bi sazî û dezgehên demokratîk re di hilbijartinê de encamên serkeftinê bi dest bixin. Digotin em ê we qels bikin lê em bi awayekî girseyî bi beşdarbûna hezaran di 15’ê mehê de 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixin. Em dê di kongreya xwe de dimenekî dewlemend derxînin holê ku HDP hezê HDP vîn e û yên ku vê pêvajoyê diyar bikin jî HDP û hezên demokratîk in. Li ser vê bîr û baweriyê em bang li gelê xwe dikin ku roja kongreyê em bi hev re dengê têkoşîna xwe bilind bikin û heze bidin partiya xwe û siyeseta demokratîk. Di heman demê de jî peyamekê bidin desthilatê û bêjin hûn ber bi têkçûne ve em jî ber bi serkeftinê ve diçin.”   ‘HDP'Ê FERASETA TESLÎMIYETÊ HILWEŞAND’   Hevseroka HDP'a Amedê Gulistan Atasoy jî derbarê hilbijartinan de anî ziman ku HDP’ê feraseta teslîmiyetê hilweşand û wiha got: “Hilbijartin pêvajoyeke dîrokî ye. Di vê hilbijartinê de nîqaşên pir girîng yên derbarê pergalê de dê bên kirin. Ji ber wê jî hemû partiyên siyasî ne tenê xwe ji hilbijartinê re amade dikin hemû li ser pergaleke nû difikirin û xwe amade dikin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi binçavkirin, girtin û bi sepanên li dijî hiqûqê mafê HDP’ê yê alîkariya xizîneyê bloqe dike û dixwaze me bitirsîne. Tîfaka partiyên muxalîf jî li dijî vê yekê bêdeng dimînin û dixwazin me neçarî piştgiriyê bikin. HDP jî li dijî wan hemûyan dertê û bi rêya 3’yemîn dixwaze demokrasî û azadiyê ava bike. HDP’ê bi mîrateya ku ji dîrokê girtiye û dostên xwe ve tifaqek ava kir. Ew tifaq dê ne tenê îro dê siberojê jî diyar bike. HDP’ê hêz da muxalefeta civakî û feraseta teslîmiyetê hilweşand.”   ‘HDP JI BO GELAN HEVÎ YE’   Atasoy di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku HDP ji bo hemû gelan hevî ye û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Bi biloqekirina hesaba alîkariya xizîneyê nikarin pêşî li piştgiriya civakê ya HDP’ê bigirin. Bi girtina HDP’ê jî nikarin dawî li vê têkoşîne bînin. Dixwazin bila hesaba xizîneyê bloqe bikin, dixwazin bila partiya me bigirin. Em xebatên xwe didomînin. Hem rêxistinên me yên bajêr hem jî yên navçeyan bi kongreyan xwe behtir bi hêz dikin. Ya girîng tabela û nav nîne ya girîng rêxistina gel e. Ji bo 4’ê min kongreya me ya asayî jî bi taybetî jinan û bang li hemû kesî dikin ku bila werin em mil bidin hev û bi hev re têbikoşin.”