Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe 2023-01-13 09:53:23   RIHA - Rojnameger Ahmed Muhammed “Operasyona Birûska Cizîrê” ya HSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê nirxand û wiha got: “Êrişên Tirkiyeyê çiqas zêde bibin, DAIŞ jî ewqas mezintir dibe.”    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Herêma Cizîrê li dijî DAIŞ’ê “Operasyona Birûska Cizîrê” dabû destpêkirin û di encama operasyonê de 154 DAIŞ’î hatibûn girtin. Operasyona bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî di 29’ê kanûnê de hatibû destpêkirin, 8 rojan berdewam kir. Operasyon, li navçeyên Til Hemîs, Til Berak û Hol ên girêdayî Kantonên Qamişlo û Hesekê yên Herêma Cizîrê hatibû berfirehkirin. Operasyon di 6’ê çileyê de bi dawî bû û piştre jî HSD’ê li gundê Qîrewan ê girêdayî navçeya Til Hemîsê depoyeke çek û cebilxaneyan a DAIŞ’ê bi dest xistibû.    ŞANEYÊN DAIŞ’Ê   Lêkolîner û rojnameger Ahmed Muhammed ku li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî têkildarî operasyona HSD’ê bi ajansa me re axivî.    Muhammed, daxuyaniya HSD’ê ya di adara sala 2019’an de ku digot DAIŞ ji hêla erdnîgarî ve bi dawî bûye lê şaneyên wê hêjta li herêmê hene bi bîr xist û wiha got: “DAIŞ, bi taybet jî li herêma di navbera Sûriye û Iraqê de, li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê û li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de hebûna xwe didomîne. Her wiha liv û tevgereke zêde ya DAIŞ’ê hebû. Hem di bin navê ‘zikatê’ de ji gel fîdye dixwest, hem jî li dijî xebatkarên Reveberiya Xweser û serokeşîrên ereban sûîqest dikirin. Lewma HSD’ê hewcehî bi operasyonê dît.”    OPERASYON 8 ROJAN DOM KIR    Bi domdarî Muhammed da zanîn ku di operasyonê de 154 DAIŞ’î hatine girtin û wiha domand: “Ji van kesan 20’an jê li herêmê fîdye ji gel distend û hewl didan aramiya herêmê xerab bikin. Têkiliya van kesan yekser bi şaneyên DAIŞ’ê re nebû lê yek ji sedemên destpêkirina operasyona HSD’ê bûn. Her wiha têkiliya van kesan bi rejîma Şamê re hebû. Hinek jê ji bo karên qirêjî dihatin bikaranîn. Lê têkiliya yên din bi DAIŞ’ê re hebû. Hinek ji van di êrişên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundir de cih girtibûn. Hinekan jê ji bo DAIŞ’iyan alav û amûr peyda kiribûn û hinek jî di mijara teqemeniyan de pispor bûn. Ji wan hinekan jê bo DAIŞ’iyên li Herêma Rêveberiya Xweser çek û cebilxane vediguhestin. HSD’ê li gorî agahiyan, raste rast operasyon li Til Berak, Til Hemîs û li Kampa Holê kir. Li ser agahiyên îstîxbarî, li dijî hinek mal û mezrayên gundan jî operasyon hatin kirin. Di operasyonê de gelek cebilxane hatin bidestxistin.”    'HEWL DIDIN ALOZIYÊ DERXÎNIN’   Di berdewamê de Muhammed wiha qala sedema bicihbûna DAIŞ’iyan a li Herêma Cizîrê kir: “DAIŞ’ê ji sala 2014’an ve xwe li vê herêmê bicih kir. Heta ku YPG û YPJ’ê ev herêm rizgar kirin jî DAIŞ’î li vê herêmê bûn. Ew herêm xwedî li DAIŞ’ê derketibû û DAIŞ’ê şopa xwe li vê herêmê hiştibû. Niha jî gelemperiya şaneyên DAIŞ’ê li vê herêmê ne. Her wiha girtîgehên DAIŞ’î lê tên ragirtin jî li herêmên Til Berak, Til Hemîs û Holê ne. Kampa malbatên van jî li vê herêmê ye. Lewma liv û tevgera DAIŞ’ê ya li van herêman zêdetir e. Şaneyên DAIŞ’ê jî hewl didin çeteyên li girtîgehan rizgar bikin û malbatên wan ji kampê derxînin.”   ‘ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ LIV Û TEVGERA DAIŞ’Ê ZÊDETIR DIKE’    Rojnameger Muhammed bal kişand ser êrişa dewleta tirk a di 19’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Operasyona Birûska Cizîrê yekser girêdayî van êrişan bû. Dema dewleta tirk û çeteyên wê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, HSD’ê gotibû ku operasyonên xwe yên li dijî DAIŞ’ê daye sekinandin û berê xwe didin aliyê êrişê. Gotibûn ku karê wan ê ewilî parastina sînoran û berxwedana li dijî dagirkeriyê ye. Lewma dema Tirkiye êrişan dike, operasyona li dijî DAIŞ’ê qels dibe û DAIŞ dîsa zindî dibe. Êrişên Tirkiyeyê çiqas zêde bibin, DAIŞ jî ewqas mezintir dibe. DAIŞ, projeya Tirkiye û NATO’yê ye. Bi mebesta tunekirina îradeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye damezirandin. Têkiliyeke yekser a Tirkiyeyê bi şaneyên DAIŞ’ê re heye. Di mijara tunekirina DAIŞ’ê de Tirkiye astengiyeke mezin e. Heta ku êrişên ser herêmê bi dawî nebin jî dê DAIŞ tune nebe.”    ‘ŞANEYÊN DAIŞ, ŞAM Û TIRKIYEYÊ’    Muhammed got ku li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê şaneyên DAIŞ’ê nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha şaneyên rejîma Şamê jî hene. Li hêla din şaneyên çeteyên girêdayî dewleta tirk hene. Temamiya van şaneyan weke şaneyên DAIŞ’ê xuya dikin. Ev şaneye hewl didin gel li dijî Rêveberiya Xweser rakin ser pêyan. Armanca wan a din jî hedefgirtina Rêveberiya Xweser e. Şaneyên rejîmê hewl didin li herêmê aloziyê derxînin. Şaneyên DAIŞ’ê jî hewl didin bîrdoziya xwe belav bikin.”    QONAXA DUYEMÎN A OPERASYONÊ   Têkildarî qonaxa duyemîn a Operasyona Birûska Cizîrê jî Muhammed ev agahî parve kirin: “Êdî operasyon derbasî qonaxa duyemîn bû. Di çarçoveya qonaxa duyemîn de HSD’ê di 9’ê çileyê de li gundekî girêdayî Kantona Qamişloyê operasyonek kir û depoyeke cebilxaneyê ya DAIŞ’ê desteser kir. Operasyonên HSD’ê didomin lê DAIŞ bi van operasyonan ne li Rêveberiya Xweser û ne jî li welatên herêmê û cîhanê tune nabe. Ev operasyon tenê bi kêrî pêşîlêgirtina komkujiyan tên. Ji ber ku 19 hezar çete di destê HSD’ê de ne. Her wiha nêzî 53 hezar malbatên DAIŞ’ê li kampên Hol û Rojê ne. Heta ku çareseriyek tê peydakirin jî ev kes li Herêma Cizîrê tên ragirtin.”    ‘HETA KU GAVAN NEAVÊJIN DÊ PIRSGIRÊK ÇARESER NEBE’    Herî dawî jî Muhammed ev tişt anî ziman: “HSD ji bo darizandina van kesan mekanîzmayeke navneteweyî dixwaze. Dixwaze bo van kesan çareseriyek were peydakirin. Ji ber ku di vê mijarê de gav nayên avêtin, çareserî pêş nakeve. Divê DAIŞ tenê bi operasyonan neyên nirxandin. Hewceye ev mijar bi giştî were nîqaşkirin û çareseriyek were peydakirin. Koalîsyon tenê di mijara cebilxaneyê de dibe alîkar. Divê gavên zêdetir biavêje. Divê dewlet bên û hemwelatiyên xwe bibin. Lê heta niha jî di vê mijarê de gavek nehatiye avêtin. Heta ku gav neyên avêtin jî dê pirsgirêka DAIŞ’ê her bidome.”    MA / Omer Akin