Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin 2023-01-13 10:02:03   ŞIRNEX - Endamê HPG’ê Ramazan Guçlu ku di şerekî li çoltera Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin.    Li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê 7'ê îlona 2022’yan di navbera leşkerên tirk û endamên HPG’ê de şer qewimîbû. Di şer de endamek HPG’ê Ramazan Guçlu (Zana Rojda) jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Guçlu piştî karûbarên otopsiyê ji aliyê malbatê ve ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin. Cenaze li Goristana Karşiyaka ya navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.