Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da 2023-01-13 10:46:37   MÊRDÎN - Welatiyê bi navê Veysî Taş ku li Sîteya Pîşesaziyê ya navçeya Artûkluyê notirvanî dikir, agir berda xwe û jiyana xwe ji dest da.    Welatiyê bi navê Veysî Taş (65) ku li Sîteya Pêşesaziyê ya Biçûk a li Taxa Îstasyonê ya Artûklû ya Mêrdînê notirvanî dikir û bi nasnavê “Bubo” dihat naskirin, agir berda xwe. Nehat zanîn bê ka Taş bi kîjan sedemê xwe şewitandiye. Bûyer, duh di saetên şevê de qewimî û Taş bi giranî birîndar bû. Piştî agahdarkirina welatiyên li derdorê, li cihê bûyerê komên tenduristiyê hatin veguhestin û Taş rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Tevî hemû hewldanan jî Taş jiyana xwe ji dest da.