Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin 2023-01-13 12:48:23   ŞIRNEX - Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê bi girseyî serdana malbata endamê HPG'ê Serdar Salgucak ku li Zapê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, kirin.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn yê bi ser başûrê Kurdistanê berdewam dikin. 25'ê mijdarê di şerê diqewime de endamê HPG'ê Serdar Salgucak (Şahin Botan) jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Salgucak ku li gundê Konutan a girêdayî Şirnexê taziye danî serdanan qebûl dike. Îro pêşengiya MEBYA-DER'ê di nav de rêveberên HDP'ê û DBP'ê jî ku hebûn bi girseyî serdana malbata Salgucak hat kirin. Malbatê pêşwazî li girseyê kir. Girseyê ji malbatê re sersaxî xwest û bûn hevxemê malbatê.