Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin 2023-01-13 12:51:30   MÊRDÎN - Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê li Qoserê şahiya Serê Salê li dar xist.    Gelê kurd sersala xwe li gorî salnameya Rûmî pîroz dike ku li gorî salnameya Mîladî 13 rojan li paş dimîne. Şahiyên Serê Salê ji duh ve dest pê kirine. Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê li Qoserê şahiya Serê Salê li dar xist. Gelek kes tev li şahiyê bûn. Xebatkarên Komeleyê li kolanên bajêr geriyan û li erbenayan xistin. Piştre li avahiya komeleyê şano hat pêşandan û stran hatin gotin.