Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû 2023-01-13 13:18:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Li qada gazê ya Kor Morê ya li Silêmaniyê di saetên serê sibê de teqînek çêbû.    Li qada gazê ya Kor Mor a li bajaroka Qadir Kerem a girêdayî navçeya Çemçemal a bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe teqînek çêbû. Li gorî nûçeya Rojnewsê di encama teqînê de tiştek bi kesê nehatiye, tenê ziyanên madî çêbûne.   Nehate zanîn teqîn ji ber çi çêbûye, heya niha derbarê bûyerê de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.