Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e 2023-01-13 15:07:20   STENBOL - Rewşenbîr û nivîskarên ku bi pêşengtiya Weqfa Aştiyê hatin cem hev, destnîşan kirin ku pêwîstiya welat bi aştiyê heye û gotin: “Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e.”    Weqfa Aştiyê bi banga “Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e” li Otela Hill a Taksîmê ya Beyoglûyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Îlknûr Bîrol, Seroka Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglû û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû û gelek akademîsyen, rojnameger, nivîskar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û mafparêz beşdarî civînê bûn.    AKDOKÛR: BIRÎN BI AŞTIYÊ DIKARIN BÊN PÊÇANDIN   Îlahiyatnas Fatma Akdokûr ku di civînê de axivî, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di qonaxa heyî de aştiyek esas e û wiha got: “Mixabin geşedanên dawî hêviyên me şikandin û şer xist rojeva me. Em di wê baweriyê de ne, ku yên mafê jiyanê û aştiyê yê kurdan nas bikin û diyar bikin û li gorî daxwazên wan zimanê herî baş ê aştiyê bi cih bînin, divê di hilbijartinan de ji wan re şensek bê dayîn. Serkeftiyê şer tune ye, lê her tim serkeftinên aştiyê hene. Birîn bi aştiyê dikarin bên pêçandin. Em dibêjin klu em bi biryar in ku bêjin aştî û banga aştiyê bikin.”   ÇAKIROGLÛ: DIVÊ EM BI HERKESÊ RE AŞTIYÊ PÊK BÎNIN   Parêzer Gurkan Çakiroglû jî diyar kir ku êşên berê hatin jiyîn di qada siyasetê de tên îstîsmarkirin û siyasetmedar li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û wiha got: “Divê tirk ne tenê bi kurdan re bi hemû kesên li derveyî welat dijîn ku nikarin bên welat re aştiyê pêk bînin. Em tirk ji hevrûbûnê ditirsin. Ji ber ku hevrûbûnê weke têkçûnê dinirxînin. Heke Tirkiye demokratîk bibe li vir teqez dê kurd hebin. Bi yekbûna tirk û kurdan re dînamîzmeke bi heybet dê derkeve holê.”   Çakiroglû yê got “Ji HDP’ê re dibêjin ‘dabeşkar’ lê ji sala 2019’an û vir ve mirovan li cem hev digire” bertek nîşanî êrişên li dijî HDP’ê dan û wiha axivî: “Wê demê kî dabeşkar e? Temam bila HDP navberê deyne nava xwe û Îmraliyê lê wê tirk çawa navberê deynin nava xwe û kiryarên nediyar? Bi ya min dijberiya li HDP’ê yek li dijî dijberiya têkoşîna netewî ye.    DEVECÎOGLÛ: DAXWAZA AŞTIYÊ ÎTÎRAZ KIRIN E   Endama Koordînasyona Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Ayşegul Devecîoglû, destnîşan kir ku di demekî şer, pevçûn û zext lê diqewime de divê dengê aştiyê bê bilindkirin û wiha got: “Daxwaza aştiyê ew e ku bêyî ku kesek bimire bijî, welatekî ku kes li pey tankan neyê kaşkirin, çiya neyên bombekirin û gund neyên şewitandin xeyal bikin e. Tê wateya guhdarîkirina li mafê jiyanê yê bi zimanê dayikê û teslîmgirtina mafê jiyana azad. Daxwaza aştiyê ew e ku mirov li dijî binpêkirinên mafan îtiraz bê kirin e.”   ‘TECRÎD BÊHIQÛQÎ YE’   Devecîoglû, qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha berdewam kir: “Divê mirov guh bide çalakiya ku HDP ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan dike. Dixwazin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev yek tişteke bêhiqûqî ye. Devecîoglû, anî ziman ku desthilat ji bo li ser pêyan bimîne şer dixwaze û got: “Hebûna hinekan girêdayî şer e.”   TAHMAZ: EM DENGÊ XWE BIDIN KESÊN AŞTIYÊ DIXWAZIN     Serokê Berê yê Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirk Celal Korkût Yildirim jî destnîşan kir ku divê li dijî desthilata hewl dide bi tundiyê li ser pêyan bimîne, têkoşîn bê dayîn.    Felsefevan Îlyas Bozgan jî bal kişand ku hilbijartinên 2023’yan pir girîng in û wiha got: “Daxwaza min ew e ku partiyeke siyasî ya bi rastî jî hurmetê nîşanî mafan dide, di van hilbijartinan de bi ser bikeve.”   Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî ev tişt gotin: “Em dengê xwe bidin kesên ku aştiyê dixwazin. Em difikirin ku kî hewl bide gotinên aştiyê zêde bike divê em dengê xwe bidin wî û divê hilbijêr vê yekê li ber çavan bigirin.” Tahmaz ji bo bîranîna Hrant Dînk a dê di 19’ê çileyê de pêk were banga tev li bûnê kir.