Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin 2023-01-13 16:04:02   ENQERE – ÎHD’ê rapora xwe ya 3 mehan a “Girtîgehên Anatoliyaya Navîn” eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û bang li Wezareta Dadê hate kirin ku bikeve nava liv û tevgerê.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya 3 mehan a “Girtîgehên Anatoliyaya Navîn” li Şaxa ÎHD’a Enqereyê bi daxuyaniyekê parve kir. Rapor, ji hêla Endam Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, parêzer Umît Can Akbulut û Mahîr Uslu ve hate xwendin. Daneyên di raporê de li ser agahiyên di serlêdanên raste rast ên ji bo Şaxa ÎHD’a Enqereyê hatine kirin, serdanên parêzeran ên li girtîgehan, nameyên girtiyan û hevdîtinên bi malbatên girtiyan re hatine berhevkirin. Li gorî raporê, di cotmeh, mijdar û kanûna 2022’yan de li girtîgehan 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.    ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Di raporê de hat destnîşankirin ku çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê li dijî binpêkirina mafên mirovan hatiye destpêkirin hêj didome û 4 girtiyên ku tev li çalakiyê bûne sirgûnî Girtîgeha Antalyayê hatine kirin. Her wiha hat gotin ku girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin jî di dawiya meha kanûnê de dawî li çalakiya xwe anîne.    XWEGIHANDINA MAFÊ TENDURISTIYÊ Û MIAMELEYA XERAB    Di raporê de hat diyarkirin ku 615 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û li girtîgehên Anatoliyaya Navîn mafê tenduristiyê yê herî kêm 28 girtiyan hatiye binpêkirin. Her wiha hate gotin ku di sala 2022’yan de herî kêm 15 girtî rastî îşkence û muameleya xerab hatine û ev agahî hatin parvekirin: “Ji ber ku Wezareta Dadê daneyên xwe yên di vê mijarê de parve nake, her tim astengkirina peywendiyên bi girtîgehan re, kontrola zêde ya li ser agahîgirtinê, bi taybet jî zehmetiya agahîgirtina ji girtîgehên dûrî navendên bajaran, girtiyên edlî nikarin tiştên bi serê wan hatin bi rêya çapemeniyê, cihên eleqedar û rêxistinên mafên mirovan re parve bikin lewma jî hejmara girtiyên rastî îşkence û mumaleya xerab tên ji hejmara hatiye destnîşankirin gelek zêdetir e. Di bingeha îşkence û muameleya xerab a li dijî girtiyan de polîtîkaya necezakirinê heye. Peywirdarên girtîgehan ji ber ku nakevin nava fikara lêpirsîn û darizandinê û serlêdanên girtiyan ên ji bo Wezareta Dadê bêencam dimînin, binpêkirinên li girtîgehan jî roj bi roj zêdetir dibin.”    CEZAYÊN DISIPLÎNÊ    Di berdewamiya raporê de ev tişt hatin parvekirin: “Rêveberiyên girtîgehan ji ber hemû nerazîbûnên girtiyan ên li dijî binpêkirinan girtekan digirin û lêpirsînên displînê didin destpêkirin. Heta ku ev sepanên keyfî ewqas pêş ketine ku dema girtî silavê jî didin hev derheqê wan de lêpirsîn tên destpêkirin û cezayên disiplînê tê dayîn. Dema girtî van binpêkirinan ji derve re radigihînin jî rastî heman sepanan tên. Di encama lêpirsînên disiplînê de jî cezayên weke qedexekirina ragihandinê û hucreyê tên birîn. Ya herî girîng jî ew e ku bi vê hincetê înfaza girtiyan tê şewitandin. Jixwe mafên girtiyan ji hêla rêveberiyên girtîgehan ve bi awayekî keyfî tên bikaranîn. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran di sala dawî de bi hinceta ‘rewşa nebaş’ nayên berdan. Jixwe ji ber lêpirsîn û cezayên disiplînê girtî nikarin ji mafê berdana bi kontrol sûd bigirin.”    CEZAYÊ SEWQKIRINÊ   Bi domdarî ev binpêkirin hatin parvekirin: “Li gel sepanên ku yekser mafê ewlehiyê û tenduristiyê binpê dikin, her wiha rêveberiyên girtîgehê bi rêbazên cur bi cur zextê li girtiyan dikin û mafên wan binpê dikin. Daxwaza sewqkirinê ya girtiyên ji malbatên xwe dûr jî nayên qebûlkirin. Hinek girtî ji ber şert û mercên giran, têkildarî dosyayên xwe alîkariya hiqûqî xwestine. Dema li raporên binpêkirinên di salên dawî de tê nihêrtin, yek ji binpêkirina herî zêde tê kirin jî sewqên bi darê zorê anku sirgûn in. Di dema sewqkirinê de gelek binpêkirin tên kirin. Demekî pir kin beriya sewqkirinê agahî ji girtiyan re tê dayîn û gelek caran jî qet nayên agahdarkirin. Ev yek pirsgirêkeke mezin e.  Gelek girtî hene ku dema hatin sewqkirin alav û amûrên wan jê re nehatine dayîn. Di dema sewqkirinê û ketina girtîgehan de lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin û dema girtî red dikin jî tên derbkirin. Girtiyên nexwşe jî rastî vê sepanê tên û tedawiya wan gelemperî tê astengkirin. Gelemperî girtî sewqî girtîgehên li dûrî malbatên wan tên kirin. Ev yek ji hêla aborî ve bandoreke mezin li malbatan dike û dike ku peywendiyên malbatan bi tevahî bi girtiyan re qut bibe.    Di Rapora Giştî ya Hejmar 2 ya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê de ji bo serdana di sala 2005’an de hinek pêşniyar kiribûn û heman nêrîn di rapora xwe ya sala 2006’an de jî dubare kir. Di rêza 22’yemîn a raporê de tê gotin ku ji bo peywendiyên malbatan qut nebin divê hewldaneke taybet hebe. Lewma jî divê girtî bi qasî ku ji dest tê li cihên nêzî malbatan bên ragirtin.”    ENCAM Û PÊŞNIYAZΠ   Di raporê de beşa encam û pêşniyazan wiha ne:    * Divê di dawî li bûyerên îşkence û lêdanê yên li girtîgehan were anîn. Divê derbarê berpirsiyaran de lêprisîn bê destpêkirin û ceza bê sepandin. Îşkence û mauemeleya rûmet şikandinê û nebaş bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye qedexekirin.    * Divê destûr bê dayîn ku saziyên tenduristiyê yên serbixwe biçin girtîgehê û lêkolînê bikin. Divê ji bo van heyetan guhertinên yasayî bên kirin.    * AİHM’in Kaytan-Türkiye kararı uyarınca mahpusların müddetnamelerinde yaşları ve sağlık durumları dikkate alınarak tahliye olabilecekleri uygun bir tarih yer almalıdır.   * Divê li gorî xala 14’emîn a PMME’yê hemû sepanên cihêkar ji holê bên rakirin.    * Divê astengiyên li pêşiya weşanên ku derbarê wan de biryara berhevkirinê tune ye û neqedexe ne bên rakirin û ji girtiyan re bên temînkirin û bidin girtiyan.    * Divê daxwaza girtiyên ji malbatên xwe dûr bê qebûlkirin ku wan bibin girtîgehên nêzî malbatên wan.    * DMME’yê serlêdana Abdulkerim Avşar lekolîn kiriye û di 17’ê îlona 2019’an de derbarê vê yekê de binpêkirina maf daye.    * Pêwîste her cure gefên li dijî girtiyan bên bi dawî kirin û pêşî li bûyerên întiharê yên li girtîgehan bên girtin. Divê derbarê kirinên nebaş de lêpirsînên bibandor bên destpêkirin û ceza bê sepandin.    * Li gorî Danezana Mafê Nexeşiya Lîzbon a Yekitiya Tabîban a Cîhanê (1981): Her girtî xwedî mafê tenduristiyê ye û divê hekîm ji her cure sepanan dijmirovî dûr be û wezîfeya xwe li gorî baweriya pîşeya xwe bike.    * Mafê her girtî ye bi tenduristî û têrkirî were xwedîkirin û mafê mirovan ê sereke ye. Girtiyên nexweş mafê wan e ku li gorî reçeteyên bijîşk xwarina wan bê dayîn. Divê îdareyên girtîgehan li gorî bernameyên diyetê ji bo girtiyên nexweş xwarinê bidin. DMME’yê di biryara serlêdana Ebedîn Abî de gotiye ku xwarina girtiyên nexweş li gorî bernameya wan bê temînkirin û heke ev pêk neyê qedexeya mauemeleya li dijî rûmeta mirovahiyê hatiye binpêkirin.    * Divê hejmara personelên tenduristiyê yên li girtîgehan bên zêdekirin. Divê dema ku girtî sewqî girtîgehan bên kirin bi awayek xetere neyên kirin û dawî li hemû sepanên xerab ên di çûnehata nexweşaneyê de were anîn. Divê girtî ne bi wesayîtên rîngêbi ambulansan sewqî nexweşxaneyan bên kirin. Divê wesayîta yek kesî ya rîngê ji holê bê rakirin.    * Pêwîste birina girtiyên nexweş a bo revîrê û nexweşxaneyan bê bilezkirin. Divê were temînkirin ku teşhîs, tedawî û kontrola girtiyên nexweş ji aliyê bijîşkên pispor ve bê kirin.    * Pêwîste dest ji muayene û tedawiya kelemçekirî were berdan û ji ber van sepanan tedawiya gelek girtiyên nexweş nayê kirin.