'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe' 2023-01-14 09:02:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm diyar kir ku aramnca suîqastan ew e ku êzidî bê pêşeng bimînin û got: "Dixwazin îradeya civaka êzidî di şexsê pêşengan de têk bibin û bişkinin." Hevseroka PADÊ Macîde Dexîlê jî got: "Bi hemû hebûna xwe êrişî êzidiyan dikin, lê nikarin xelas bikin. Em neqediyane û em ê neqedin jî"    Di sala 2020'an de di navbera PDK'ê û hikûmeta navendî ya Iraqê ve bi hevkariya Tirkiyeyê ve peymana 9'ê Cotmehê hat îmzekirin. Bi îmzekirina peymanê re êriş û dorpêça li ser Şengalê jî dest pê kir. Di êrişan de ku bi hevkariya PDK'ê ve hatin destpêkirin, tenê di nava 2 salan de bi dehan pêşengên civaka êzidî hedef hatin girtin û qetilkirin. Di 15’ê Çileya 2020’an de Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî li gundê Digurê yê navçeya Sinûnê ya Şengalê hedef hat girtin. Şengalî û şervanê YBŞ’ê Şervan Cilo jiyana xwe ji dest dan. Di 16'ê Tebaxa 2021'ê de Fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen di encama êrişeke hewayî de hat qetilkirin, di 7’ê Kanûna 2021’ê de Hevserokê Meclîsa Xweser a Şengalê Merwan Bedel di êrişa bi SÎHA’yan de hat qetilkirin. Di 2’yê Çileyê de bi hevkariya Tirkiye û PDK’ê li bajarokê Tilezêrê yê Şengalê li dijî rewşenbîrê kurd Menal Mêrdîn êrişeke suîqestê pêk hat û Mêrdîn hat qetilkirin. Êrişên suîqestê yên li dijî pêşengên êzidî dewam dikin û têkoşîna êzidiyan a li dijî van êrişan jî didome.    Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm û Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Macîde Dexîlê têkildarî êrişan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.    'DI ŞEXSÊ PÊŞENGAN DE DIXWAZIN VÎNA ÊZIDIYAN BIŞKÎNIN'   Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm diyar kir ku di dîrokê de heta niha êrişên li dijî pêşengên êzidiyan qet nesekînine û wiha axivî: "Gelek pêşengên me û kesên ku berpirsyartiya Şengalê girtine ser milê xwe hedef hatin nişandin û hatin qetilkirin. Mam Zekî de hevalê Seîd, Zerdeşt, Dijwar, Merwan Bedel, Azad, Berxwedan bi destê xiyanetê hatin qetilkirin. Ev polîtîkayên şerê taybet ne yên cara ewil in ku li ser civaka êzidî tên meşandin. Ji serdema osmaniyan heta roja me ya îro van polîtîkayên qirkirinê didin meşandin. Di dîrokê de heta roja me ya îro di şexsê Derwêşê Evdî, bi sedan pêşengên vê civakê hedef hatine girtin. Hebûna civaka êzidî naxwazin û naxwazin ku êzidî bi hebûna xwe li ser axa xwe bijîn. Dixwazin ku îradeya civaka êzidî di şexsê pêşengan de têk bibin û bişikinin. Ji ber ku dizanin ku gava civaka êzidî xwe birêxistin bike û xwe pêşve bibe dê hesabê van komkujiyan ji PDK'ê û dewleta tirk bipirse. Ji ber vê jî ditirsin û pêşengên civakê hedef digirin."   'BI SUÎQASTAN DIXWAZIN ŞENGALÊ VALA BIKIN'   Îbrahîm di berdewamê de anî ziman ku armanca van êrişan valakirina Şengalê ye û tê xwestin ku êzidiyan bê pêşeng bihêlin. Îbrahîm wiha domand: "Di sala 2014'an de bi fikra DAÎŞ'ê li vir şereke taybet dan meşandin. DAÎŞ çawa mirovan dikuje, çawa serê mirovan jê dike, çawa destdirêjiyê dike yek bi yek nîşan didan. Di wê demî de ev polîtîkayên xwe gelek baş dan meşandin. Li vir polîtîkayên şerê taybet pircureyî didin meşandin. Piştî tifaqa 9'ê Cotmehê li ser çapemeniya xwe ya aligîr jî ev polîtîka dan meşandin. Weke ku Iraq bikeve Şengalê wê êzidiyan tune bikin, nişan dan. Bi van weşanên xwe pêşî li ber tirsê vekirin. Ji bo ku civaka êzidî bitirsinin û nêçar bihêlin ku axa xwe terk bike, serî li van polîtîkayan dan. Ev şerê ku bi berpirsyariya Kazimî îsal hat meşandin û PDK'ê jî polîtîkayên xwe yên taybet ê şer xistin dewreyê. Li herêmê tirsê bi rêxistin kirin û bi carekî de gelê me dan koçberkirin. Dixwazin ku civaka êzidî ji axa Şengalê koçber bikin. Dixwazin Şengalê tune bikin. Li gelek deran ax û warê êzidiyan ji destê wan derketiye û tenê Şengal maye. Ji ber wê jî dixwazin ku Şengalê jî bi van polîtîkayên xwe û suîqastên xwe vala bikin û tune bikin. Di şerê sala 2014'an de, di şerê DAÎŞ'de dibe ku di hin kêliyan de gihîştibin armanca xwe. Lê piştî ku civaka êzidî xwe birêxistin kir ev planên wan têk çûn û nagihijin armanca xwe."   'BERSIVA HERÎ XURT VEGERA ŞENGALÊ YE'   Heso Îbrahîm da zanîn ku her polîtîkayeke ku MÎT li herêmê dide meşandin bi hevkariya PDK'ê pêk tê û got: "Di her suîqastên li dijî pêşengên êzidiyan de tiliya PDK'ê heye. Niha tu ferq û cudahiya PDK'ê û MÎT'ê nema ye. Her du jî yek in. Em nikarin MÎT û PDK'ê ji hev cuda bikin. Îro xebatên xwe yên li Şengalê jî li ser milê Parastinê didin meşandin. Li dijî van polîtîkayan divê em bêtir xwe birêxistin bikin. Îradeya civaka êzidî ji hemû planên wan mezintir in. Divê êdî civaka me bi xwe bihese. Li dijî van êrişan û planên qirêj bersiva herî xurt vegera li ser Şengalê ye. Divê civaka me vegere ser cih û warê xwe."   'BI HEMÛ HEBÛNA XWE ÊRİŞ DIKIN'   Hevseroka PADÊ Macîde Dexîlê jî anî ziman ku ji berê heta niha her desthilatdariyek xwestiye ku serê êzidiyan bitewîne û bi xwe ve girêbide û ev tişt gotin: "Êrişên li ser civaka êzidî her tim berdewam dikin. Ev êriş tu carî xelas nebûne. Heta niha kê pêşengiya civaka êzidî kiribe hedef hatiye girtin. Her êzidiyê ku serê xwe radike dixwazin serê wî bitewînin. Ji bo ku serê wan bitewînin çi ji destê wan tê dikin. Bi hedefgirtina pêşengan jî dixwazin ku êzidiyan ji daxwaza Şengaleke Xweser dûr bixînin. Ji ber vê jî çi qasî hêza wan hebe li dijî civaka êzidî bi kar tînin. Lê heviya me ji gelê me heye. Em di wê baweriyê de ne ku civaka me van êrişan qebûl neke û rabe ser pêyan. Naxwazin êzidî li ser xaka xwe azad bijîn. Lê bi sedan êzidî hene ku şûna pêşengên me yên hatine qetilkirin bigirin. Bi salan e bi hemû hebûna xwe êrişî êzidiyan dikin, lê xelas nakin. Em neqediyane û em ê neqedin jî. Li dijî van êrişan dê tekoşîna me bidome. Bi kuştinan çavê me natirse, em ê bêtir têbikoşin û bêtir li doza xwe xwedî derbikevin."