Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne 2023-01-14 09:02:29 AMED - Endamê Polîtburoya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkas Qadir got: “Dagirkerên Kurdistanê li dijî xebat û têkoşîna gelê kurd heya roja îro jî çek û hêzê bikar tînin û nayên ser maseya diyalogê ku pirsgirêka kurdî çareser bikin.”   Endamê Polîtburoya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkas Qadir ku li Herêma Kurdistana Federe di nava siyasetê de ye, li ser pirsgirêkên siyaseta kurdan sekinî û pirsên me yên têkildarî serîhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bersivandin.    Qadir da zanîn ku di vê rewşê de ew dibînin ku derfeteke baş ji bo pêşxistina têkoşîna gelê kurd li hemû Kurdistanê çêbûye. Qadir diyar kir ku li ser wan û hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê ferz e ku li her çar aliyên Kurdistanê yekîtî û yekrêzîyê pêk bînin û got: “Divê em stratejiyeke neteweyî ya hevbeş darêjin. Ev yekîtî û stratejiya hevbeş xwesteka hemû Kurdistanê ye. Bi vî awayî jî, em dikarin di asta herêmê û di asta navneteweyî de jî xebat û têkoşîna xwe xurttir bikin.”   ‘HÊZÊN CÎHANÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIN KURDAN’   Qadir bal kişand ser siyaseta hêzên cihanê ya li hemberî kurdan û bi lêv kir ku ew dikarin piştevanî û hevsoziya navneteweyî ji bo xebat û têkoşîna xwe, ji bo daxwazên xwe yên rewa bi dest bixin û zêdetir bikin. Qadir anî ziman ku ji bo kurdan di navbera derfetên îro û yên paşerojê de ferq heye û wiha pê de çû: "Di paşerojê de civaka navneteweyî û nemaze Amerîka û Ewropayê piştevaniya dewletên dagirker ên Kurdistanê dikirin û pişta xwe didan tevgerên rizgarîxwaz ên Kurdistanê. Niha têgihiştinek çêbûye, derfetek çêbûye û di asta navneteweyî de piştevaniya xebat û têkoşîna gelê kurd tê kirin. Lewra divê em hewl bidin ku sûd ji vê piştevaniyê wergirin û vê piştevaniyê zêdetir bikin, da ku em bikaribin nasnameya xwe di van welatên dagirker de mîsoger bikin.”   ‘DIVÊ ÊDÎ GELÊ KURD VÊ ZILMÊ QEBÛL NEKE’   Qadir axaftina xwe wiha domand: “Mixabin heya roja îro jî li bakûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê maf nîn e ku kurd bi zimanê dayika xwe bixwînin. Ev yek ji mafên xwezayî yê her mirovî ye. Divê êdî gelê kurd vê zilmê qebûl neke û ji bo tunekirina vê zilmê hewl bide. Pêwîst e kurd xebateke xurt ji bo bidestxistina hemû maf û daxwazên xwe pêk bînin. Nabe ku kurd li Rojhilata Navîn tune bên hesibandin. Em ji mafên xwe zêdetir tiştekî naxwazin. Lewra mafê me ye ku bi her awayî xebat û têkoşîna xwe pêş bixin.”   ‘JI BO ARMANCÊN XWE YÊN BINGEHÎN HEWL BIDIN’   Qadir bi lêv kir ku hewl û daxwaza wan ew e ku bi rêya aştî û demokrasiyê û bi rêya diyalogê mafên xwe bi dest bîxin. Qadir, wiha got: “Lê dagirkerên Kurdistanê li hemberî xebat û têkoşîna gelê kurd heya roja îro jî çek û hêzê bi kar tînin û nayên ser maseya diyalogê ku pirsgirêka kurd çareser bikin. Bêyî çêreserkirina pirsgirêka kurd a bi rêya aştiyane li Îran, Sûriyê, Tirkiye û Rojhilata Navînê seqamgirî (îstîkrar) û ewlehî mîsoger nabe. Kurd îro di van dewletan de ji bo guherînên demokratîk, seqamgirî û aramiyê hêmaneke giring in. Lewra divê em hemû îro hewl û têkoşînê ji bo dabînkirina maf û azadiyên xwe pêk bînin. Divê hêzên siyasî yên Kurdistanê pirsgirêk û giriftên xwe yên navxweyî deynin aliyekî û ji bo dabînkirina armancên xwe yên bingehîn hewl bidin.”   BANGAWAZÎ   Qadir bal kişand ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê jî û destnîşan kir ku pêdiviya gelê Rojhilatê Kurdistanê îro ji piştevaniya derveyî zêdetir, bi piştevaniya kurdên hemû aliyên din ên Kurdistanê heye û ji bo vê ev tişt anîn zimên: "Panela ku çend roj berê li Amedê bi rê ve çû jî, peyamek e giring û derbirîna piştevanîyê ye ji bo wan. Li Başûrê Kurdistanê jî me wekî Partiya Zehmetkêş, Partiya Komunîst, bizava demokratîk a gelê Kurdistanê xwepêşandan li dar xistin û piştevaniya daxwazên wan kir. Lewra li ser hemû milên Kurdistanê ferz e ku piştevaniya daxwazên rewa yên gelê Rojhilatê Kurdistanê bikin. Ew di bin zilmê de ne, ew tên darvekirin. Sedema vê çendê jî ev e ku daxwaza mafên xwe dikin. Çawa ku min berê jî diyar kir, ew ji mafê xwe zêdetir tiştekî naxwazin. Li ser vê bingehê jî, piştevaniya kurdan a ji bo hev, ji bo gelê kurd pir giring e.”   ‘LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ SIYASETA DAGIRKERAN SERDEST E’   Qadir ji bo pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê jî ev tişt gotin: “Hê jî hikûmeta Îraqê wan mafan nade me ku di qanûnê de ji bo me hatine berçavgirtin. Mixabin di nav me bi xwe de jî nakokî hene. Heya ku ew nakokî hebin, em nikarin hemû maf û daxwaziyên xwe li Îraqê mîsoger bikin. Her wiha em nikarin piştevaniya pêwîst a xebat û têkoşîna aliyên din ên Kurdistanê jî bikin. Lewra di rastiyê de îro başûrê Kurdistanê di qonaxeke hestiyar de derbas dibe. Li başûrê Kurdistanê siyaseta dagirker ya Tirkiye û Îranê serdest e. Ev jî dibe sedemê astengiyan.”   Qadir têkildarî siyaseta hikûmeta başûrê Kurdistanê jî wiha got: “Siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe li hember milên din ên Kurdistanê siyaseteke bêalî ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel dewletên Îran û Tirkiyeyê xwedî peywendiyên bazirganî ye. Vê herêmê hevsengiyek parastiye. Le em gelê kurd li başûr piştevaniya xebat û têkoşîna aliyên din ên Kurdistanê dikin û vê yekê wekî erkeke neteweyî û exlaqî dibînin.”   YEKITÎ   Qadir di dawiyê de bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî neteweyî û got: “Di rewşa îroyîn de, hêzên siyasî yên her çar milên Kurdistanê ji bilî tifaq û yekrêzî û hebûna siyaset û stratejiyeke hevbeş tu çekeke din nîn e. Çeka me ya herî xurt ji bo rûbirûbûna li gel metirsiyên heyî û bidestxistina mafên me û pêşxistina xebatan tenê yekîtî û rêkeftin e. Lewra bangawaziya me ji bo hemû hêz û partiyên siyasî ev e ku nakokiyan deynin aliyekî û ber bi yekitî û rêkeftinê ve biçin."