Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin 2023-01-14 13:52:05 WAN - Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin di 1’emîn Kongreya Awarte ya Wanê de axivî û diyar kir ku ew ê bi têkoşînek yekbûyî bi ser bikevin.    Partiya Çep a Kesk a Wanê Kongreya xwe ya Awarte ya 1’emîn pêk anî. Di kongreya ku li eywanek dawetê ya li bajêr hat lidarxistin de pankarta “Em ê bi hev re serbikevin” hat daliqandin. Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akîn, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr beşdarî kongreyê bûn.   Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir û rapora xebatê hat xwendin.    Piştre Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin axivî û diyar kir ku îktidar zextan li ser azadîxwaz û demokrasîxwazan dike û got: “Niha jî ev îktidar rabûye partiya me dide girtinê. Ji me re dibêjin hûnê serê xwe bitewînin. Hûn partiya me bigirin gelo hûnê dikaribin îradeya gelê me jî bigirin? Van hewldanên we pûç in.”    ‘LI DIJÎ KURDAN YEKPEREST IN’    Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî axivî û got: “Li Tirkiyeyê sed sal in tevahiya gelan tên eciqandin û bindestkirin. Ev eywan nîşan wan kesan dide ku digotin ‘taqeta wan nemaye’ peyamek mezin e. Bila li vê eywanê binêrin. Çi dibe bila bibe em ê vê îktidarê têk bibin. Muxalefet dengê xwe ji êrişên îktidarê re dernaxe. Muxalefet û îktidar di mijara kurdbûnê de zîhniyeta xwe ya yekperest derdixin holê. Lewma bêdeng dimîne. Lê HDP û kurd bêçare nîn in. Rêya me ya sêyemîn heye û ev ji bo gelan hêvî ye. Em ê li ser rêya têkoşerên xwe têbikoşin.”   TÊKOŞÎNA HEVPAR    Bi dû Sarisaç re, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin axivî û wiha got: “Em ê bi hev re û bi têkoşînek yekbûyî bixebitin û em ê bi hev re biserbikevin. Partiya Çep a Kesk tenê ne ji bo welêt, ji bo Rojhilata Navîn û Ewropayê jî ew partî ye ku tifaqa xwe pêk tîne û girîng e. Em partiyek çep a klasîn nîn in. Em partiya ji bo nasname, ekoloji û baweriyan têdikoşin e. HDP wek partiya hevpar ji bo me girîng e û em ê nehêlin dest bidin wê.”    'BÊHIQÛQIYEK LI DIJÎ BIRÊZ OCALAN TÊ KIRIN’    Hevberdevka Partiyê Çîgdem Kilçgun Ûçar jî da zanîn ku ew di pêvajoyek krîtîk de derbas dibin û wiha got: “Tirkiye bi qencî an jî bi xerabî sedsalek li pey xweh işt. Divê ku di sedsala nû de muhasebeyek were kirin. Têkoşîna jinan ji bo 2023’yan mîrateyek li pey xwe hişt. Li Kurdistanê di bin navê polîtîkayên ewlekariyê de şerek taybet û qirêj tê meşandin. Lê jin li dijî vê têkoşînek bêhempa li didin. Her wiha li ser birêz Abdullah Ocalan bêhiqûqiyek dijwar heye. Tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan tenê ne pirsgirêka kurdan e. Tecrîd pirsgirêkek hiqûqî û siyasî ye. Divê em li dijî tecrîdê têbikoşin.”    Piştî axaftinan hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Gonul Ûzûnay û Veysî Dîlekçî ji bo hevberdevkiya Partiya Çep a Kesk a Bajêr hatin bijartin.