Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da 2023-01-14 15:18:46 COLEMÊRG - Baroya Colemêrgê ji bo parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikaribin pê re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da.    Baroya Colemêrg ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tipa F’yê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin, ket tevgerê. Baroyê ji bo parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikaribin pê re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) da.    Baroyê di daxwaznameya serlêdanê de hat destnîşankirin ku 7 endamên ên di heman demê de endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ne, daxwaz kirine ku ji bo tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bi dawî bibe serî li TTB’ê û Wezaretê Dadê bê xistin û dest bi hewldanên hiqûqî bê kirin.    Di daxwaznameyê de wezîfeya baroyan û parêzeran hat bibîrxistin û baro bi parastina serdestiya hiqûqê û mafên mirovan ve wezîfedar in. Baroyê destnîşan kir ku ew dixwazin qedexeya li pêşiya parêzeran bê rakirin da ku bi miwekîlên xwe re li gorî rêziknameya hiqûqa navxweyî û navnetewî hevdîtinê bikin ku dikaribin wezîfeya xwe ya parêzeriyê bicih bînin.    Di daxwaznameyê de ji Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyan hat xwestin ku ji bo şert û mercên tecrîdê demildest bikevin tevgerê û bi erka xwe rabin.