ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan 2023-01-14 15:56:40   STENBOL - ÎHD’ê di çalakiya “Rûniştina F” bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler û bang kir ku demildest bêberdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya "Rûniştina F" di hefteya 564'an de pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê ya li ber ÎHD'a Stenbolê hat lidarxistin de, balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Siddik Guler ê 83 salî ku li Girtîgeha Menemena Îzmîrê ya Tîpa R’yê tê girtin. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila girtiyên nexweş bên berdan" hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Mûsa Pîroglu tev li çalakiyê bûn.    ‘DIVÊ JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ GAV BÊN AVÊTIN’    Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyanî xwend û destnîşan kir ku mafê tenduristiyê û tedawiyê ya girtiyên nexweş divê tu sînoran nas neke û pêwîste bêşert û bêmerc tedawiya girtiyan bê kirin û xwest rayedar di vî warî de gavên lezgîn biavêje.    TIŞTEK NAYÊ BÎRA WΠ   Onaran bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler ê ji sala 1994’an ve girtî ye û zûve ye nexweşînên giran li Guler peyda bûne û ew nikare biaxive, bi zehmetî bi rê ve diçe û li gel vê yekê jî saziyên bi pêwendîdar rapora “dikare di hefsê de bimîne” didin. Onaran got malbata wî dibêje ku êdî Siddik Guler ketiye asta ku nikare ferdên malbatê nas bike û jiyana wî di xetereyê de ye. Onarak xwest ku Guler demildest bê berdan.