Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin 2023-01-14 16:31:11   VAN - Derbarê rojnameger Oktay Candemîr ê ku li navçeya Bêgirê bûyera istismara cinsî kir nûçe, lêpirsîn hat destpêkirin.    Rojnameger Oktay Candemîr li navçeya Bêgirê ya Wanê êrişa cinsî ya li dijî zarokek 16 salî pêk hatibû kiribû nûçe. Derbarê Candemîr de bi tawanbariya “agahiyên derew li gel belav kiriye” lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bêgirê de hat destpêkirin û polîsan gazî Candemîr kir ku biçe îfadeyê. Candemîr li gel parêzera xwe Jiyan Ozkaplan çû emniyete û îfade da.    Di dema îfadedayînê de polîsan pirsên sosret û ecêb ji Candemîr kirin. Candemîr piştî îfade da ji emniyetê veqetiya.