Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin 2023-01-14 16:44:28   ÊLIH - Şîna ji bo endamê HPG’ê Mûstafa Bayindir ê di şerekî li Çiyayê Gabarê de jiyana xwe ji dest dabû, hate danîn, ji aliyê sedan kesan ve hate ziyaretkirin.    Ji bo endamê HPG’ê Mûstafa Bayindir ê di 9’ê çileyê de di şerekî li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû li mala wî ya li Taxa Çamlica ya Êlihê şîn hate danîn. Di nava rojê de bi sedan kes tev li şîna Bayindir bûn.