Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir 2023-01-14 18:57:49   AMED - Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir û Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk got ew ê li dijî neheqiyan têbikoşin û piştgirên DBP’ê ne.    Heyeta ku ji Hevserokê Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û endamên rêveberiya navendî û rêveberên KESK’a Amedê di nav de serdana Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku hevserokê wê giştî Keskîn Bayindir û hevserokê rêxistina wê ya Amedê Hayrettîn Altîn hatibûn girtin, kir. Serdan li Buroya Îrtîbatê ya Navenda wê li Amedê pêk hat. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Ayedenîz û rêveberên partiyê pêşwazî li heyetê kirin.    Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk di serdanê de axivî û behsa neheqiyên li ser DBP’ê kir û her ku diçe li ser siyasetmedarên kurd zext zêde dibin. Bozgeyîk got ew ji bo piştevaniyê hatine serdanê û ew ê li dijî van zextan têbikoşin.    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî spasiya heyetê kir û destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîn û rêxistinbûnê faşîzmê têk bibin û tune bikin.