4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin 2023-01-14 20:24:58   WAN - Li navçeya Bêgiriyê 4 zilamên ku tecawizî xwendekarek lîseyê kiribûn, hatin girtin. Li navçeya Bêgirê ya Wanê ji sala 2020’an ve zarokek lîseyê dixwîne bi tecawiza gelek zilaman a sîstematîk re rûbirû maye. Zarok di 5’ê çile de diçe li emniyete gilî dike. 6 zilam hatibûn binçavkirin. Ji van her 6 kesan 4 zilam bi tawanbariya “îstîstmara cinsî ya li hember zarok”, “şantaj” û “heqaret” ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Kesek bi şertê kontrola edlî û kesek jî bêyî ku tiştek derbarê wî de bê berdan ji emniyete hatin berdan.