Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal 2023-01-15 09:03:12 ŞIRNEX - Binevş Agal ku bi têkoşîna xwe ya li Cizîrê nemir bûbû, navê wê li her malê ser zimanê her kesî ye û weke efsaneyekê tê bibîranîn. Xwişka Agal, Xanê Agal diyar kir ku Binevş qet ji koka xwe dûr neket û wiha got: “Ew weke keçeke êzidî bi çanda xwe ya kurdewarî mezin bû.”    Ji dîrokê heta niha bi hezaran jinên ku pêşengiya têkoşîna rizgariya Kurdistanê kirine hene. Yek ji van jî jina têkoşer Binevş Agal (Bêrîvan) e. Agal di sala 1966'an de li gundê Bazîwanê ya bi ser navçeya Qubînê ya Êlihê ve wek zarokek malbata êzidî tê dinê. Agal navê xwe ji destana Binevşê ya kurdî ya bi navê "Cembeliyê Mirê Hekkarî û Binevşa Narîn" girtiye. Malbata Binevş jî weke gelek malbatên êzidî ji ber zextên zêde yên piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an koçî Ewropayê dike. Binevş Agal piştî ku tev li nava têkoşîna azadiya kurdan bû navê Bêrîvan li xwe kir. Agal a ku destpêkê diçe rojavayê Kurdistanê piştre jî berê xwe dide navçeya Cizîra Botan. Bêrîvan ango Binevş Agal di demeke kin de bi heybetî, têkoşîn û rabûn û rûniştina xwe cihê xwe di dilê gelê Cizîrê û jinên Botanê de çêdike. Ew tax bi tax jinan birêxistin dike û dibe sedem ku jin li dijî zilma serdest şiyar bibin. Di 16'ê çileya 1989'an de, di operasyona li ser malekî de ku şer dikeve, jiyana xwe ji dest dide. Piştî qetilkirina Agal, navê wê di her malekî de li ser zar û zimanan e.  Ew li navçeyê weke efsaneyekî serdema nû tê binavkirin.    Xwişka Agal, nivîskar Xanê Agal ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û qala wê kir.    'BERÎVAN LI SER KOKÊN XWE ŞÎN BÛ'   Xanê Agal diyar kir ku Bêrîvan di temenekî biçûk de şoreşa Kurdistanê nas kiriye û xwe di nava şoreşê de dîtiye û wiha got: "Bêrîvan di zarokatiya xwe de çeleng û çalak bû. Bêdeng bû, lê gelek guhdar û şiyar bû. Ji ber van taybetmendiyê wê dayik û bavê min ji wê gelek hez dikirin. Me jî weke xwîşk û birayên wê ji wê gelek hez dikir. Gotineke pêşiyan heye dibêje ku,' xebatkarê xwe be û şêrîna dilê hevalên xwe be' Bêrîvan jî xebatkar bû. Me tevan ji wê gelek hez dikir. Taybetmendiya wê ya herî balkêş jî jîrbûyin bû. Karê wê gelek rek û pêk bû. Naskirina wê ya partiyê li Avrupayê çêbû. Ev naskirin di navbera salên 1989-83'an çêbû. Şoreşê gelek zû bala wê kişand. Piştî ku şoreş nas kir tu astengî pêşiya xwe qebûl nekirin. Şoreşê xîtabê cewherê wê dikir. Ew xwedî cewhereke xweser û xwerû bû. Pir xwezayî bû. Weke ciwanekî jiyana Ewrupa qet ji wê re balkêş nedihat. Ev sekna wê bala mamosteyê wê yê Alman jî kişandibû. Beriya herkesî mamosteyê wê yê Alman ji min re got,' Binevş kesek gelek cuda ye. Ji hevalên xwe tevan cudatire. Ji xwe çalakiya yekem li dibistana pişeyî de kiribû. Komek ji hevalên xwe yên xwendekar komkiribûn û bi cil û bergên Kurdistanî şahî li dar xistibûn. Herkes ji gelek keyxweş bibû. Dîsa gotinek heye, 'giya li ser koka xwe şîn dibe'. Binevş jî qet ji koka xwe dûr neket. Weke keçikeke êzidî bi çanda xwe ya kurdewarî mezin bû. Bi hêza ku ji şoreşê girtî bû xwedî îradeya jineke azad û li nasname û li azadiya xwe xwedî derket. Ji her kesekî re got,' çawa ku dayika kesî nabe dayika mirov welatê kesî nabe welatê mirov jî' piştre berê xwe da welat û veegeriya cih û warê xwe yê pîroz."    'BANDOREKE MEZIN LI SER JINÊN ÊZIDÎ KIR'   Agal bi lêv kir ku Bêrîvan bandorek mezin li ser jinên êzidî kiriye û Bêrîvan bûye lêgerîna jinên êzidî ya heqîqetê û wiha domand: "Ji têkoşîna Bêrîvanê çanda têkoşîn û berxwedanê heye. Têkoşîna Bêrîvanê bûye pirek dîrokî di nava kurdan û welat de. Têkoşîna Bêrîvab ji her kurdekî re bûye' ger hûn azadiyê bigerin ne li derveyî welat li welat bigerin' têkoşîna Bêdrîvan bi hezaran ê weke Bêrîvan piştrast kirin û weke gotina birêz Ocalan' Jina azad û xwedî îrade mîsogeriya sekeftinê ye' Jina kurd bi têkoşîna wê bû motora guhertin û nûjemkirina civakê. Ala serhildanê li her derekî di destê jinan de bûye. Ala berxwedanê bi şîara,' jin jiyan azadî' di destê jinên cîhanê de li her qadên jiyanê bilind dibe. Ev jî ji têkoşÎna Bêrîvan û Binevşan ji me re maye. Têkoşîna Bêrîvanê li Avrupayê ji bo nivşê nû û ciwanên êzidiyan bi taybet ji bo jinên êzidî gelek şopên dîrokî li pişt xwe hiştine. Bûye felsefeya çanda xwe naskirin, xwebûn. Di vî warî de bûye mînak. Hêz, moral cesaret daye. Helbet ew dikeve asteke xwedevandiyê. Bêrîvan bûye îlhamek ji bo ciwanên êzidî."   'BÊRÎVAN NEMIR E'   Bi domdarî Xanê Agal anî ziman ku îro bi saya têkoşîna Bêrîvan û hevalên wê bi pêşengiya jinan li seranserî cîhanê şoreş jinan pêk tê û wiha bi dawî kir: "Mirov dikare têkoşîna Bêrîvan û têkoşîna jinan bi giştî bibîne ku ji sînorê Botanê derbasî Kurdistanê bû û ji wir jî derbasî tevahiya cîhanê bû. Mirov dikare bibêje ronesansa sedsala  felsefeya jinê bi têkoşîna jinê bi serdikeve. Ew statûya klasîk ku ji aliyê hişmendiya mêr ê serdest ve ji bo jinê hatibû avakirin. Bi têkoşîn û îradeya jinê hate hilweşandin. Parastina ekolojiyê, hemû xweza û mirovahiyê ye. Îro jin parastina vê dike. Dîsa têkoşîna hevsiniyek azad,civanek bi exleq û azad heye. Ev jî bi destê jinan pêk tê. Pêwîstiya hemû cîhanê û hemû mirovahiyê bi vê tekoşînê hebû û heye. Lewma tekoşer û pêşengên weke Bêrivan nemirin."