Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin! 2023-01-15 09:06:40 AMED -Li dibistaneke Yenîşehîr a Amedê xwendekarê bi navê N.L. dikeve xefika çeteya tiryakê. Malbata wî ferq dike û zarokê xwe ji xefika tora hişbirê rizgar dike. N.L. bang li zarok û ciwanan kir ku hay ji xwe hebin.     N.L. xwendekarê Dibistana Amadehî ya Ahmet Arîf a navçeya Yenîşehîr a Amedê ye. Naçe dibistanê û malbata wî pê nizane. Malbat paşê ferq dike ku zarokê wan naçe dibistanê. Lêkolîn dike ku zarokê wan ketiye xefika çeteya hişbirê. Malbat vê carê dikeve nava rizgarkirina lawê xwe yê ketiye xefikê û wî jê rizgar dike. Li wê dibistana N.L., zarokê bi navê Y.Y. heye û zarokan dixe nava xefika hişbirê û fihûşê. Hat zanîn ku vî kesê navborî ji wê dibistanê dişînin Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Orhan Asena.    Li ser agahiyên malbata N.L. ku dan bi me re parve kirin, me jî demek derûdora dibistanan çaverê kir. Derûdora her du dibistanan jî teslîmî van kesên ku qala wan tê kirin, bûye. Gelek zilamên temenê wan mezin û biçûk hene ku hirkayên bi kumik li xwe dikin û diğerin. Di çav û rûyê sor bûne, werîmîne û awirên bixof didin mirovan. Ev kesên navborî, nêzî wexta ku xwendekar ji dibistanê derdikevin, li derûdora dibistanê sekinandî ne û diğerin.    ‘DI NAV DIBISTANÊ DE TIRYAKÊ DIFIROŞIN’    Hediye L. xwişka N.L. ye. Hediyeyê diyar kir ku da zanîn ku hê dema nû birayê wê ketiye nava vê çeteye daxilî pêvajoyê bûye û ji ber ku destpêkê ferq kirine wî rizgar kirine. Hediyeyê got dibistan li wan geriyaye û agahiya ku birayê wî naçe dibisanê daye wan û li ser vê yekê ferq kirine û her tiştî hîn bûne. Hediyeyê da zanîn ku serkêşiya Y.Y. ê xwendekar birayê wî ketiye nava wê xefikê û gelek kesên tiryakkêş û firoşkarê tiryakê bi pêwendiya Y.Y. diçin derdora dibistanê û ew jî dikevin pey vê yekê. Hediyeyê diyar kir ku ev çete dikeve heta nava dibistanê û her cure şantaşê û gefê li xwendekaran dixwin.    DIBISTANA WÎ GUHERTINE    Bi domdarî Hediyeyê anî ziman ku piştî ew vê yekê ferq dikin dibistana birayê xwe diguherîne û xwest hemû malbat ji bo zarokên xwe li dijî van çeteyan hişyar bin û emanetî zarokên xwe bin. Hediyeyê got Y.Y. bi zanebûn ji dibistana xwe tê qeyda xwe li Dibistana Amadehî ya Ahmet Arîf çêdike û pişt re jî çûye dibistanek din. Hediyeyê got heke ev çete neyê têkbirin dê jiyana gelek zarok û xwenedekarên din jî bikeve xetereyê û ew ji bo zarokên din bi fikar in û divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve.    ‘BI KESÊN MEZIN RE DIHAT’    N.L. ê ku bi piştgiriya malbata xwe ji xefika tiryakê hat rizgarkirin jî wiha qala ku ketiye nava wê xefikê kir: “Min pola xwe guhertibû. Y.Y. jî hatibû wê polê. Piştî demekê me bi hev re dema xwe derbas kir. Em dawiya hefteyê dihatin ba hev. Di serê ewil de tiştek wiha nebû, pişt re dema derketina ji dibisanê vê carê bi kesên mezin re dihat cem me. Min jî wan nas kir. Madeyên hişbirê bikar dianîn. Carna li tundiyê jî li Y.Y. dikirin. Lê digotin ‘em henekan dikin’. Her cure madeyên hişbirê dianîn dibistanê û difirotin. Pişt demekê madeya hişbir belaş dan min. Min du sê caran bikar anî. Pişt re dilê min diçûyê. Her tim kurmê wê dihat min. Min çend caran xwe girt jî lê dîsa jî kurmê wê dihat min. Lê piştî demekê got ‘ez birçî me’ û pere ji min girt.”    ‘WESAYÎTA SPÎ DIHAT’   Di berdewamê de N.L. destnîşan kir ku her ku wext derbas bû nediçû dibistanê û hin bêtir bi Y.Y. re dema xwe derbas dikir û ev bang kir: “Ji bo madeya bi navê jê re digotin ‘derman’ bifiroşin min, pere ji min dixwestin. Her serê sibehê wesayîtek spî dihat ber dibistana me. Dersa me saet di 08.30’an de dest pê dikir lê ew saet di 06.00’an de dihatin ber dibistanê. Ez nizanim çima ewqas zû dihatin ber dibistanê. Y.Y. ji wê hişbirê dida du hevalên xwe jî. Dîmenên kesên ku xistibû nava tora fihûşê û tiştên mîna wê dikişand û gef li wan dixwar. Kesek ketibû nav wê xefikê û fihûşê pê dabûn kirin, diçû derûnnas. Ez ne yekî ku hişbirê bikar bînim bûm lê nizanim çawa bû ez ketim wê xefikê. Ez jê rizgar bûm lê rewşek xerab bû. Ez bang li hemû zarok û ciwanan dikim ku nekevin vê xefikê û ji kesên wiha dûr bisekinin.”   MA / Eylem Akdag