Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin 2023-01-15 09:18:32   ŞIRNEX - Di şaredariya Şirnexê ya ku ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin de Midûriyeta Polîtîkayên Jinan tune ye. Di şaredariyê de 20 yekîne hene û ev yekîne tevek ji aliyê midûrên mêr ve tên birêverin. Her çiqas endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’î ji bo avakirina qadên jinan pêşniyar kiribin jî ev pêşniyar hatin redkirin.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên ku bi pergala xwe ya hevserokatiyê di qada siyasetê de û bi hevşaredariyê jî şaredariyan bi rêve dibe bi pêkanîna temsîliyeta hevpar a jinan bû sedem ku jin di warê aborî, çandî, civakî de cihê xwe bigirin. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di hilbijartina herêmî ya 2014’an de li 10 bajêr û 96 navçeyan şaredarî bi dest xistibûn. Lê di sala 2016’an de qeyûm tayînî ser 35 şaredariyan DBP'ê hatibûn kirin û 45 hevşaredar jî hatibûn girtin. Bi tayinkirina qeyûman re ewilî deskeftiyên jinan ên li şaredariyan hedef hatin girtin. Di sala 2016'an de yek ji şaredariyên ku hatibûn desteserkirin jî şaredariya DBP'ê ya Şirnexê bû. Di dema şaredariya DBP'ê de di bin banê yekîneya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan de Navenda Piştgiriya Jinan a Zahideyê hatibû vekirin.    Lê di vê pêvajoya qeyûm û şaredariya AKP'ê de Midûriyeta Polîtîkayên Jinê û navenda hevgirtinê hatin girtin. Di Şarederiya Şirnexê de ku niha ji aliyê şaredariya AKP'ê ve tê birêvebirin, Midûriyeta Polîtîkaya Jinan nîne û di nava şaredariyê de midûrên 20 yekîneyên cuda hene lê hemû mêr in. Li Şirnexa ku tundiya li ser jinan lê zêde ye, pirsgirêkên jinan nayên çareserkirin. Şaredarî ji bo jinan tu xebatekê nake û qadên ji bo jinan venake.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tûnç û Hevberdevka HDP’yî ya Meclisa Şaredariya Şirnexê Seyran Yîgît, nebûna Midûriyeta Polîkîyên Jinan û nevekirina qadên jinan ên li şaredariyê nirxandin.          'PEŞNIYAZNAMAYÊN BO XEBATÊN JINAN TEVEK HATIN REDKIRIN'   Hevberdeka HDP’yî ya Meclisa Şaredariya Şirnexê Seyran Yîgît diyar kir ku di şaredariyê de yek tişteke ku aîdî jinan be tune ye û got: "Di nava van 4 salên derbas bûyî de me dixwest ku şaredariya Şirnexê di qada jinan de xebateke bide meşandin. Lê mixabin ku me di vî aliyî de tu hewledan û xebatên şaredariyê neditin. Ji bo pêkanîna xebatên jinan me gelek peşniyazname dan. Lê belê yek ji wan jî nehate şopandin. Em dema ku diçin şaredariyê de jî em jinan nabînin. Ciheke wisa tune ye ku jin bi rehetî biçin xwe îfade bikin. Em bawer nakin ku heta niha jinekî serlêdan kiribe. Me dixwest ku di her bîrîmeke şaredariyê de jinekî jî cihê xwe girtiba. Lê mixabin di şaredariya Şirnexê de tu midûriyetên jin tune ne. Hewlêdanên me jî çêbûn lê pêk nehatin."   DAXWAZA AVAKIRINA MIDÛRIYETA POLÎTIKAYÊN JINAN RED KIRIN   Yîgît da zanîn ku ji wan ewilî daxwaz kiriye ku temsîliyeta hevpar di şaredariyê de bê avakirin û wiha got: "Me xwest ku di şaredariyê de temsîliyeta jin hebe. Ev qebûl kir lêbelê di pratîkê de pêk nehat. Her paşniyaznameya ku me dayî bê bersiv hiştin. Me daxwaza vekirina Midûriyeta Polîtîkayan a jinan jî kir. Me got ku heke ku ev pêk bê jin dê rehet bên pirsgirêkên xwe vebêjin. Lê ew jî red kirin. Ji me re gotin, 'di vê hêlê de peşniyarên me hene' lêbelê heta niha jî tiştek nekirine. Atolyeya berika ya eşîra Jirkî vekirin. Wan di vê projeyê de jî mêr bi cihkirin. Me wê demê jî ji wan re got ku, 'Ev projeyeke jinan e hûn çima zilam peywîrdar dikin?' Ji me re gotin, 'Ew pisporên vî karî ne'. Lê tevî hemû hewledanan me jî jin nehatin peywîrdarkirin. Di şaredariyê de yekîneyek jinan ku xwe bi awayeke azad îfade bikin nîne.”   'JINEKÊ JÎ SERÎ LI ŞAREDARIYA ŞIRNEXÊ NEDAYE'   Aktivîsta TJA'yê Guler Tunç jî bi lêv kir ku şaredarî bi hişmendiya mêrane tê birêvebirin û wiha axivî: “Zêdebûna tundiya li dijî jinan a nava malê, ji ber ku tu yekîne û qadeke çareserkirina pirsgirêkên jinan tune ye. Di dîrokê de heta niha jinan li ku derê mafê xwe xwestibe û weke îrade hatibin ditîn ji aliyê serdestan ve ew der hatine dagirkirin. Îro li çar aliyên welat li dijî jinan tundiyek heye. Yek ji van cihan jî Şirnex e. Bajêr bi polîtîyanên şerê taybet tê meşandin. Li dijî vê herêmê di van 7 salan de êrîşên gelek mezin pêk hat. Niha şaredariya ku ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin ji pirsgirêkên jinan re nabe bersiv. Ne birîmên ku jin li wir mafê xwe bipirse hatine vekirin û ne jî qaden bi vî rengî hatine vekirin. Di van 4 salên dawî yên şaredariya Şirnexê de li gorî çavderî û tespîtên me heta niha dibe ku jinekî tenê jî serlêdan nekiribe. Ji ber ku jin di wir de xwe bi ewle nabînin û cihên ku ji wan re bibin bersiv tune ye. Îro di şaredariyeke ku hemû birîmên wê bi zilaman pêk tê û cihê jinan li wir nebe tu encam jî ji wir dernakeve. Di şaredariyê de 20 yekîne hene û di van de yek jî jin tune ye."    'YEK JI SEDEMA TUNDIYÊ NEBÛNA QADÊN JINAN E'   Guler Tunç,anî ziman ku tenê xebata şaredariyê pişavtinkirina jinê ye û ev tişt got: "Heta niha yek ji projeyeke berbiçav li ser xebat û keda jinê nehatiye meşandin.Ji xeynî vê xebatên xwe yên pişavtinê birêve dibin. Di qan qadên pişavtinê de dixwazin ku jinê 'pêşve' bibe. Bajarê ku tê de Navenda Piştgiriya Jinan nebe li wir tundî jî, komkujî jî û îstîsmara li dijî zarokan jî zêdetir dibin. Mêr ji wê derê hêz digirin. Heger ku îro li Şirnexê tundî zêde be yek ji sedemê wê jî nebûna qadên jinane. Dixwazin ku qadên bi vî rengî bê jin bihêlin. Dema ku şaredarî destê DBP'ê de qadên jinan hebûn û xebatên cûr bi cûr li dar dixistin û rengeke jinan di şaredariya Şirnexê de hebû."   CUDAHIYA ŞAREDARIYÊN HDP’Ê Û AKP’Ê    Tunç destnîşan kir ku cudahiyek di navbera şaredariyên HDP'ê û AKP'ê de kir û wiha domand: “Di navbera şaredariyên her du partiyan de biqasî dinyayekî ferq heye. Şaredariyên AKP'ê rê nade jinan, ji bo jinan tu qadan venekirine û jin weke îrade nayên dîtin. Li aliyekî jî şaredariyên HDP'ê hene. Ev şaredariyan jî weke şaredariyên jinan tên binavkirin. Îro li herêmê şaredariya Silopiyayê ji jinan re bûye nefes û reng û deng. Di van 4 salan de xwe gihandin bi hezaran jinan. Bi jinan re qadên aboriyê jî vekirin. Bi projeyên cur bi cur pêşî li jinan vekir. Projeyên ji bo jinan hatin amadekirin û xistin meriyetê. Jinan bi wekhevî di şaredariyê de cihê xwe girtin. Di her yekîneyên şaredariyê de jî jinek cihê xwe digire. Jinên zabita, jinên ajokar hene. Ferqa di navbera şaredariyên HDP'ê û AKP'ê de ferqeke gelek mezin e. Ev ferq ji pergala hevşaredariyê dest pê dike û belavî hemû yekîneyên wê dibe. Xeta ku ji bo parastina mafê jinan hatiye avakirin xeta HDP'ê ye, xeta ku ji hişmendiya zilam tê de jî ya AKP'ê ye. Jin ji Şirnexê bêtir li Silopiyayê xwe bi ewle dibînin."    MA / Zeynep Dûrgût