Bajarên Serhedê qerisîn 2023-01-15 10:17:21   WAN - Ji ber hewayê sar li bajarên herêma Serhedê av cemidîn û rê qerisîn.    Bandora hewayê sar a li ser bajarên herêma Serhedê didome. Piştî ku li bajarên Wan, Bedlîs, Mûş, Agirî, Qers, Îdir, Erdexan û Erziromê berf bariyayî, hewa hîn bêhtir sar bû. Li hinek bajaran termometre di bin sifrê de pileya 20 nîşan da. Sûlava Susuz (Bêav) a li Qersê ku 75 mîtroyan bilinde, qerisî. Her wiha temamiya Gola Çildirê ya li Erdexanê qerisî. Li hinek bajaran av cemidîn û rê bûn cemed.