150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê 2023-01-15 12:16:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Koçberî û Koçberan a Iraqê da zanîn ku ji bo 150 malbatên li Kampa Holê tên ragirtin bibin Mûsilê biryar hatiye dayîn.    Berdevkê Wezareta Koçberî û Koçberan ê Iraqê Alî Abbas Cîhangîr da zanîn ku dê 150 malbatên li Kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên ragirtin û ji zarok û jinan pêk tên bibin Mûsilê. Cîhangir, got ku malbat dê li Kampa Cadeyê bên bicihkirin.    Malbatên endamên DAIŞ’ê li Kampa Holê tên ragirtin. Li gorî daneyan 70 hezar kes li Kampa Holê dimînin ku ji wan 30 hezar jê iraqî ne.