Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir 2023-01-15 16:57:31   AMED - Amedsporê li sehaya xwe Tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir û di lîgê de bû tîma yekemîn.    Navbera yekemîn a Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) qediya û navbera duyemîn dest pê kir. Di hefteya 19’an de Amedspor li seheya xwe bi Tîma Isparta 32 Sporê re lîst. Maç li Stadyûma Tahîr Elçî hate lîstin. Bi hezaran alîgirên Amedsporê piştgirî dan tîma xwe. Alîgirên Amedsporê ji destpêka maçê heya dawiyê tezahûratên weke “Ev der Amed e ji vir derketin nîne”, “Li ber xwe bide Amed, Amed li ber xwe bide” û “Amed û Êlih a din derew e” kirin.   Amedsporê bilêz dest bi maçê kir û li ser hev hemle kirin. Di deqeya 23'yan a maçê de lîstikvanê Amedsporê Mehmet Gurkan Ozturk golek avêt û Amedspor li hemberî Isparta 32 Sporê 1-0 ket pêşiyê. Piştî golê jî Amedsporê li ser hev pozîsyon pêş xistin lê encamek jê derneket. Di vê navberê de Isparta 32 Sporê penalti avêt lê kalevanê Amesporê Cantug penalti girt û nehişt bibe gol. Dema dewreya pêşîn ber bi qedînê ve diçû, di deqeya 45 +1'ê de ji lîstikvanên Amedsporê Mehmet Aladdînoglû gelek avêt û dewreya yekemîn a maçê bi 2-0 serkeftina Amedsporê bi dawî bû.    Di dewreya 2’yemîn de jî Amedsporê dev ji lîstikê berneda û li ser hev hemle pêş xistin. Di deqeya 62'yan a maçê de vêcarê jî lîstikvan Mansur Çalan gol avêt û maç bû 3-0. Di deqeya 69'an de lîstikvanê Isparta 32 Sporê Cem Ozdemîr faûl kir û biryara penaltiyê hate dayîn. Her wiha Ozdemîr qerta duyemîn a zer wergirt û tîma xwe 10 kes hişt. Piştre jî Amedsporê kontrola maçê bi temamî bi dest xist. Di deqeya 89’an de lîstikvanê Amedsporê Omer Bozan bi gola penaltiyê skor kir 4-0.    Di deqeyên din de gol nehatin avêtin û maç 4-0 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.    Bi vê serkeftinê re pûanên Amedsporê bûn 37 û di lîgê de derket rêza yekemîn.